Hate ragihandin ku şeva Şemiyê, drone li ser asîmanên Norwêc, Hollanda û Lîtvanyayê, hatine tespîtkirin û di trafîka asmanî de alozî çêkiriye.
Rayedarên Norwêc, Hollanda û Lîtvanyayê ragihandin ku piştî ku êvara 27ê Îlonê di qadên xwe yên asmanî de balafirên bêmirov tespît kirin, balafirxane û baregehên leşkerî yên wan bi awayekî demkî hatin girtin.
Ev bûyer piştî daxuyaniya Sergey Lavrov hat ku Şemiyê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotibû ku Rûsya moşek an jî dronan bi ser ti hedefên li welatên Ewropayê an welatên NATOyê de naşîne.
Li gorî ragihandina televîzyona NOS ya Hollandayê, li Balafirxaneya Schiphol a nêzî Amsterdamê, ji ber tespîtkirina dronekê, pista rabûn û danînê ji bo 45 deqeyan hate girtin. Li gorî polîsê leşkerî, nêzî saet 12:10an gelek peyam ji pîlotan ji servîsa kontrola trafîka asmanî re hatin ku wan droneke bi qasî 150 metroyan bilind dîtine.
Firîn ber bi pista nêzîk a bi navê Zwolleburgbaan ve hatin şandin. Paşê polîsan texmîn kir ku dibe ku ew balonek hewayî be. Ajansa nûçeyan a Lîtvanyayê Etaplius jî ragihand ku li Balafirxaneya Navneteweyî ya Vîlnîûsê ji ber tespîtkirina sê dronan heft firîn dereng man. Çar rabûn û sê hatin paşxistin. Bûyereke bi vî rengî berê jî di 9 û 11ê Îlonê de qewimîbû.
Li gorî televîzyona NRK ya Norwêcê, dronek li ser Baregeha Hewayî ya Erlandê ya li Norwêcê hate tespîtkirin. Lêbelê, ti hûrgulî nehatin parvekirin. Ev tespîtkirinên li pey hev li van sê welatên Ewropayê, nîgeranî di nav civaka navneteweyî de zêde kir. Nemaze piştî îdiaya Rûsyayê ya ku dibêje ti gefan li hember welatên Ewropî çênake ev rûdan qewimî.