Dronên li asmanê Hewlêrê hatine şikandin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin

.

Êrîşeke bi dronan a ku duh li asmanê bajarê Hewlêrê hatibû pûçkirin. Agahiyên taybet aşkere dikin ku drone ji aliyê komên çekdar ve ji derdora Mûsilê hatine şandin.

Duh 24'ê Tîrmeha 2026'an, pênc dronên bombekirî ber bi Hewlêrê ve hatibûn şandin û ev her pênc dron ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve li asman hatin têkşikandin.

Li gorî agahiyên taybet ên Kurdistan24'ê, ev dronên ku paytexta Herêma Kurdistanê kirine armanc, ji aliyê komên çekdar ên li derveyî yasayê ve û ji derdora bajarê Mûsilê hatine şandin. 

Her çend di encama pûçkirina van êrîşan de ti ziyanên canî û madî çênebûne, lê ev yek nîşan dide ku metirsiyên van komên çekdar li ser aramiya Herêmê hîna berdewam dikin.

Ev ne cara yekem e ku Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê bi dronan rûbirûyî êrîşên bi vî rengî dibin. Rayedarên Herêma Kurdistanê gelek caran bi fermî daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kirine ku rêkarên tund li dijî van koman bigire û dawî li van êrîşan bîne.

Lê belê, çavdêrên siyasî diyar dikin ku heta niha hewldanên Bexdayê ji bo sînordarkirina desthilata van komên çekdar ên li derveyî yasayê serkeftî nebûne û êrîşên li ser Herêmê berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Li Bremenê ji bo mamosteyên Kurdî gaveke girîng tê avêtin
Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin
Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotegotekê red dike
Ehmed Şera û Guterres li Şamê civiyan: NY piştgiriya Sûriyeyê dike
Konsulê Îranê: Berpirsên Kurdistanê bi zanayî serederî bi aloziyên navçeyê re dikin