Dron li tankera Tirkiyeyê ket

.

Dronekê (balafira bêpîlot) li tankera petrolê ya bi navê ALTURA ya Tirkiyeyê xist ku bi petrola xav barkirî bû.

Bûyerê 15 mîlan dûrî Tengava Stenbolê, li Deryaya Reş rû da.

Di encama lêdana dronê de zerereke mezin gihişt hinek beşên tankerê.

Tankerê ji Rûsyayê 140 hezar ton petrol hildigirt

Tankera bi navê ALTURA ya ku 140 hezar ton petrola xav tê de bû, ji Rûsyayê bi rê ketibû.

Li gorî agahiyan, piştî lêketina dronê teqîneke bihêz çêbûye û zerereke mezin gihîştiye beşa jor a tankerê.

Her wiha hat ragihandin ku jûra makîneyê ya tankerê av standiye.

Operasyona rizgarkirinê û alîkariya lezgîn

Piştî ku tankerê daxwaza alîkariya lezgîn kir, tîmên Ewlehiya Peravan, tîmên Parastina Peravan û keştiya midaxeleya lezgîn a "Nene Hatun" çûn cihê bûyerê.

Midaxeleya li ser tankerê berdewam dike lê heta niha ji aliyê saziyên fermî ve daxuyaniyek nehatiye dayîn bê ma ev "êriş" e yan na.

Rewşa wan baş e

Hat eşkerekirin ku di bûyerê de xebatkarên keştiyê birîndar nebûne û rewşa tenduristiyê ya her 27 xebatkaran baş e.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist