Dr. Nûrî Osman: Di êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî de ti ziyanên canî û madî çênebûn

.

Birêvebirê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bêziyan bûye.

Dr. Nûrî Osman her wiha got, "Divê Îraq lêkolînê bike û ji bo komên deryasayî sînorek were danîn."

Îro li parêzgeha Dihokê 3 êrişên dronî pêk hatin.

Yek ji van êrişan demjimêr 11:00an li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bû.

"Di êrişê de ti ziyan nînin"

Birêvebirê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman li ser mijarê ji Rûdawê re axivî. Wî

Dr. Nûrî Osman got, "Di êrişê de ti ziyanên canî û madî çênebûn."

Osman li ser rêkarên piştî êrişê jî wiha axivî, "Pêwîst e hikûmeta Îraqê li ser vê mijarê lêkolînê bike.

Divê kiryar werin dîtin û ji bo komên deryasayî sînorek were danîn da ku van êrişan rawestînin."

Komîteya hevbeş tê avakirin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Sûdanî êrişa li mala Barzanî bi tundî şermezar kir.

Sûdanî her wiha biryar da ku ji bo lêkolînê komîteyeke hevbeş were avakirin.

Şermezarkirina êrişê

Ji bilî Mihemed Şiya Sûdanî, gelek aliyên din jî êriş şermezar kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî Emar Hekîm, Hevpeymaniya Ezimê û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bertek nîşanî êrişê da.

Êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bû sedema karvedanên berfireh.

Gelek aliyan ev êriş wekî "aloziyeke metirsîdar" pênase kir.

Kurdistan Haberleri

Kurdan 8 kursî standin
Herêma Kurdistanê di hilberîna şînahiyan de gihiştiye asta xwebesiyê
Komariyan hişyarî da Trump: Lihevkirina bi Îranê re dê bibe felaket
Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa siyasî ya herêmê gotûbêj kir
Komeleya Zehmetkêşan: Bi 4 dronan êrişî kampa hat kirin