Mihemed Salih Qadirî
Qasimlo, bîrmendê zana û têkoşerê navdar ê gelê kurd di sedsala bîstem de, xwedî hizreke serdemî û mejiyekî afirîner bû. Şarezayiya wî di siyaseta navneteweyî û pêgeha erdnîgarî-siyasî ya Kurdistanê di hevkêşeyên herêmê û cîhanê de, herwiha hûrbînî û lêkolînên wî yên kûr derbarê dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û çanda neteweya xwe, bûn hêvênê afirandina hizreke nû û bandorker di têgeh û şêwazê têkoşînê de.
Rêberek ku hizir, afirandin û wêrekiya wî ya kirdeyî, ne tenê Hizba Demokrat a Kurdistanê (PDKî) ber bi nûbûn û geşepêdanê ve bir, di heman demê de bandoreke erênî li ser tevahiya tevgera Rojhilatê Kurdistanê û têgihiştina neteweyî û siyasî ya kurd di sedsala bîstem de danî. Ew nivîskarê pirtûkên «Kurdistan û Kurd» û «Çil sal têkoşîn di pêxema azadiyê de» bû, darêjerê hizra «sosyalîzma demokratîk» û mamosteyê zanîngehê bû; şarezayê çendîn zimanên biyanî û di heman demê de pêşmerge û rêber bû. Ev taybetmendî nîşana wê kesayetiya pir-alî bûn ku Qasimlo di xwe de kom kiribûn; bîrmendekî ku bi gel re dijîya û di pêxema gelê xwe de canê xwe feda kir.
Dirûşma dîrokî ya «Demokrasî ji bo Îranê, xweserî ji bo Kurdistanê» li ser bingeheke siyasî ya hevseng û li gor yasayên siyaseta navneteweyî, afirandineke hizrî ya mezin a Qasimlo bû; di demekê de ku piraniya tevgerên wê demê an ber bi marksîzma desthilatxwaz ve diçûn an jî ber bi neteweperestiya teng. Di heman demê de, tekezkirina li ser demokrasiyê, dadweriya civakî, mafên mirovan û cudakirina dîn ji dewletê, wek bingeha nûjenkirin û nirxên mirovî, bûye rûmet û çanda Partiya Demokrat û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ji bo gihîştina bi armancên neteweyî. Ewî bi hûrgilî dizanî ku kurd bêyî demokrasiyê li Îranê nikare mafên xwe bi dest bixe û Îran jî bêyî dabînkirina mafên kurdan, nikare demokrat be. Ev têgihiştin, nihêrîneke afirîner û pêşbînane bû ku heta îro jî di qada siyasî ya Kurdistanê de bi zindîtî maye.
Dema ku Komara Îslamî ya Îranê li dijî mafên neteweyî yên kurdan sekinî û êrişî Kurdistanê kir, Qasimlo bi wêrekî bergirî û têkoşîna çekdarî bi rê ve bir. Ewî mil bi milê pêşmergeyan li çiyayên Kurdistanê zehmetî kişand û xizmeta doza rewa ya neteweya xwe kir. Lê belê ewî qet şer ji bo şer nekir; belkî şer ji bo aştiyê, ji bo maf û serweriya Kurdistanê kir.
Di 13ê tîrmeha 1989an de, tevî ku gihîştibû wê rastiyê ku dijmin çiqasî bêbav û xayin e, lê baweriya wî bi wê yekê hebû ku rêçareyên siyasî û aştiyane wek prensîbeke serdemî divê bên ceribandin. Dr. Qasimlo di dilê Ewropayê de û di bin perdeya danûstandineke sexte de, bi destê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê hat şehîdkirin û navdenga wî wek «peyamberê aştiyê», di dîrokê de bi nemirî ma.
37 sal piştî şehîdbûna Qasimlo, hizir, têkoşîn û afirandinên wî hîn jî zindî ne. Dijminan Qasimlo teror kirin, lê nikaribûn hizrên wî bikujin. Rêbaza Qasimlo îro di hişê milyonan kurdên têkoşer de ye ku ji bo demokrasiyê, mafên neteweyî û serweriya Kurdistanê têdikoşin.
Ey Dr. Qasimloyê şehîd!
Bawer be ku xezîneya hizir û rêbaza te bûye sermayeyeke siyasî ya bêdawî ji bo neteweya Kurd, navê te bûye sembola têkoşîna Kurdistanê û dîroka têkoşîna te bûye şanazî û taca serbilindiya neteweya te.
Di dawiyê de dibêjim: Bila bîranîna te bi xêr be û rêbaza te ya têkoşînê heta gihîştina bi armancê, geş û berdewam be.
Mihemed Salih Qadirî