Dr. Cotiyar Adil: 1ê Adarê deriyên dibistanan tê vekirin  

.


Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil, ragihand wê 1ê Adarê deriyên dibistanên werin vekirin.

Piştî civîna Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil di konferansa rojnemevanî de axivî û aşkere kir piştî raporta Wezareta Tendirustiyê biryar hat dayîn roja 16.01.2021ê xwendina qonaxa dozdahî amadeyî dest pê bike û wê di roja 01.03.2021ê xwendin bi temamî dest pê bike.

Îro roja çarşemê 13.01.2021ê civîna li Lîjenya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê bi serperiştiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî civiya bû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin