Doza Kuştina Şahîn Onerî: Dadgehê polîs bi 4 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye

.

Dadgehê ji ber ku bi wesayita zirxkirî pê li Şahîn Onerê 19 salî kiriye û ew kuştiye, polîs bi 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye.

Dadgehkirina polîsê ku li Amedê pênc sal berê, Şahîn Onerê 19 salî bi wesayita zirxkirî kuştibû dewam kiriye. Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 1em îro biryara xwe aşkere kiriye.

Heyetê ji ber sûcê ku “bi qisûr kesek kuştiye” polîs bi 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye.

Çi bûbû?

Di 10ê Sibata 2013ê de li taxa Şehitlikê ya Amedê,  xwendekarê lîseyê yê bi navê Şahin Onar di xwenîşandanekê de mir.

Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema wî dixwest teqemeniyekê biavêje di destê wî de teqiyaye.

Serdar Çelebiyê parêzer ji bianetê re eşkere kiribû ku li gor raporên Tiba Edlî Onar ne bi teqemeniyê lê bi lêdana tiştekê hişk miriye.

Şahidên bûyerê li dadgehê diyar kiribûn ku wesayiteka zirxkirî li Onerî daye. (AS/FD)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand