Parêzerê Enfalkiriyan ê di dosyeya "Ecac" de ragihand ku dosye sewqî Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîz) hatiye kirin.
Parêzer Eyad Kakeyî ji Rûdawê re eşkere kir, "Îro (24.05.2026) Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê dosyeya Ecac şand Dadgeha Pêdeçûnê."
Kakeyî destnîşan kir ku piştî derketina biryarê ya 14ê vê mehê, 10 roj dema dadwer hebû ku dosyeyê bişîne û îro roja dawî bû.
Tawanên Ecac Tikrîtî
Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê 14ê Gulana 2026an biryara bidarvekirinê (îdam) ji bo "Ecac Ehmed Herdan Zuîter Ubeydî" derxistibû.
Li gorî belgeyeke dadgehê ku kopiyeke wê gihiştiye destê Rûdawê, Ecac bi kuştina 1068 girtiyan hatiye mehkûmkirin.
Wî ev girtî bi rêya birçîkirin, tîkirin û şkenceyê kuştine.
Her wiha bi windakirina bi darê zorê ya malbat û zarokan û destdirêjiya li ser jinên girtî yên li Nugreselmanê hatiye tawanbarkirin.
Daxwaza bidarvekirinê ya li Nugreselmanê
Eyad Kakeyî anî zimên ku ew dê wekî parêzer daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî bikin û got:
"Em daxwaz dikin ku Ecac bibin çola Nugreselmanê û li wir were bidarvekirin. Li wî cihê ku wî ew qas tawanên hovane li hemberî Kurdan kirine."
Rêkarên yasayî yên bidarvekirinê
Li gorî daxuyaniya parêzer Eyad Kakeyî, rêkarên bicihanîna cezayê bidarvekirinê dê bi vî awayî bin:
- Dosye diçe Dadgeha Pêdeçûnê û divê di nav 30 rojî de were safîkirin.
- Piştî wê sewqî Serokkomariyê tê kirin da ku "Reşnivîsa Komarî" were derxistin.
- Di dawiyê de Wezareta Dadê dema bicihanîna ceza diyar dike ku divê ji 30 rojî zêdetir nebe.
Ecac Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hatibû girtin û di dîroka Enfalê de wekî yekî ji navên herî "hov" tê naskirin.
7ê vê mehê 26 şahid û rizgarbûyên Enfalê li ber dadgehê li ser tawanbangiyên wî şahidî da û hûrgiliyên wan êş û azarên ku li Kela Nugreselmanê hatine serê wan vegotin.