Dostê kurdan bû wezîrê karûbarê derve yê Îngilterê

May di kabîneta xwe de cî da Şaredarê berê yê Londrayê Boris Johnson û kir wezîrê karûbarê derve yê Îngiltereyê

Piştî îstîfakirina David Cameron, Theresa May îcazetê ji Qralîçe Elizabet duyem wergirt û bû serokwezîra Îngilterê. May di kabîneta xwe de cî da Şaredarê berê yê Londrayê Boris Johnson ku serkêşê tevgera dijî Yekîtiya Ewrûpayê dikir, kir wezîrê karûbarê derve yê Îngiltereyê. Johnson wek dostê kurdan dihê naskirin.

Serokwezîra nû ya Îngîlterê Theresa May 59 salî ye û ev 6 salên dawiyê wezîra Karûbarê hundirîn bû.

Wek dihê zanîn di Hezîranê de di encama referandûmê Brexit de Cameron biryar dabû ku ji serokwezîrtîyê îstîfa bike.


Serokwezîra nû ya Îngîlterê Theresa May

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê