Dorpêça li ser Kobaniyê bandorê li çandiniyê jî dike û pêdivî bi mazotê heye

.

Hevserokê Birêvebiriya Sotemeniyê ya Kobaniyê Nebo Temo ragihand ku ew bi krîzeke cidî ya sotemeniyê re rû bi rû mane.

Nebo Temo beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û derbarê rewşa Kobaniya Rojavayê Kurdistanê aghiyên nû dan.

Nebo Temo diyar kir ku ji dema dorpêça li ser Kobaniyê ve tenê 4 caran mazot ji wan re hatiye şandin û ev yek bandoreke neyînî li jiyana welatiyan û çandiniyê dike.

Wî destnîşan kir ku ti pêwendiya wan a rasterast bi Hikûmeta Sûriyeyê re çênebûye.

"Tenê 4 caran mazot hatiye"

Nebo Temo da zanîn ku beriya aloziyên dawî yên dema êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser, her du rojan carekê nêzîkî 20 tankerên mazotê ji herêma Cizîrê digihiştin Kobaniyê.

Temo eşkere kir ku piştî peymana dawî, di nava demeke dirêj de tenê 4 caran mazot hatiye şandin û li pey çû:

"Niha her ji 15 rojan carekê tenê 15-20 tankerên mazotê tên şandin.

Ev jî bi ti awayî têra pêdiviyên Kobaniyê nake."

Metirsiya li ser çandiniyê

Niha li herêmê demsala çinîna genim e û ev yek metirsiyê zêdetir dike.

Nebo Temo bal kişand ser wê yekê ku niha pêdiviya cotkaran ji bo patoz û amûrên çinînê gelekî bi mazotê heye.

Temo hişyarî da û anî zimên ku eger sotemenî neyê dabînkirin, dê zerereke mezin bigihe berhemên çandiniyê.

Li gorî agahiyên ku Hevserokê Birêvebiriya Sotemeniyê dane, rojane pêdiviya Kobaniyê bi 6 tankerên mezin (her yek 40 ton) heye da ku karibe pêdiviyên xwe yên asayî dabîn bike.

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin