Donald Trump: Ez ne tecawizkar im û ez ne pedofîlî me

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îdiayên derheqê xwe got, "Ez ne tecawizkar im, min tecawizî ti kesî nekiriye, ez ne pedofîlî me."

Cole Tomas Allenê ku gumanbarê êrişa bi çekan a li xwarina Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî ye, li ser Trump hinek angaşt anîbûn zimên.

Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi televizyona CBSyê re bertek nîşanî pêşkêşkarê da ku îdiayên êrişkar xwendin.

Pêşkêşkar notên Allen xwendin ku tê de îdiayên wekî "tecawizkar û pedofîlî"yê hebûn.

Donald Trump li ser vê yekê got, "Ez ne tecawizkar im, min tecawizî ti kesî nekiriye, ez ne pedofîlî (ew kesên ku meyla wan a zayendî ji bo zarokan heye) me."

"Gotinên pûç ên mirovekî nexweş in"

Trump ev îdiayên gumanbar wekî "gotinên pûç ên mirovekî nexweş" nirxandin.

Trump diyar kir ku divê pêşkêşkar ji ber xwendina van îfadeyan "şerm bike."

Trump di berdewamiya hevpeyvînê de ji pêşkêşkarê re got, "Ez li bendê bûm ku tu wê beşê bixwînî çimkî min dizanibû tu dê bixwînî. Çimkî hûn mirovên gelekî xerab in."

Trump destnîşan kir ku ev îdia qet bi wî re pêwendîdar in.

"Yên di nav bûyera Epsteinê de hevalên we ne"

Trump anî zimên ku ew ji van mijaran bi temamî paqij bûye û li pey çû:

"Yên ku ketine nav wan karan, nav bûyera Epsteinê an jî yên din, ew hevalên we ne ku li aliyê din ê maseyê rûniştine."

Pêşkêşkara bernameyê di beşeke hevpeyvînê de cih dabû notên gumanbar Allen.

Di wan notan de hatibû gotin, "Êdî ez dê destûrê nedim ku pedofîliyek, tecawizkarek û xayînek bi sûcên ku kirine destên min gemarî bike."

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêrê navendeke nû ya zanistî ji bo parastina çavkaniyên av û axê hat vekirin
KERKÛK - Parêzgarê nû yê Tirkmen desthilatên alîkarê xwe yê Kurd jê standin
2,9 TRILYON DOLAR - Lêçûnên leşkerî pişta cîhanê xistiye berê
Dorpêça li ser Kobaniyê bandorê li çandiniyê jî dike û pêdivî bi mazotê heye
Saziya Şehîdan: Li Kirmaşanê 50 sivîl şehîd ketin