Hêmin Ebdullah
Parlamenterê Holendî Don Ceder daxwaz dike ku Yekîtiya Ewropayê demildest alîkariyên darayî yên ji bo hikûmeta Sûriyeyê rawestîne, heta wê dema ku bi pratîkî îsbat dike ku Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê parastî ne.
Ew alîkariyên darayî yên ku ew parlamenter behsa wan dike, 620 milyon euro ne û par jî Ewropayê zêdetirî 200 milyon euroyan dabûn hikûmeta Sûriyeyê.
Parlamenterê Holendî Don Ceder û hejmarek parlamenterên din Çarşema borî di nîqaşekê de li nav parlamentoya welatê xwe givaş li wezîrê karên derve yê welatê xwe kir, ji bo ku helwesteke zelaltir û cidîtir hebe ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên din ên nav Sûriyeyê.
Di hevpeyvîna xwe ya li gel bernameya Diaspora ya Rûdawê Parlamenterê Holendî Don Ceder dibêje, Yekîtiya Ewropayê zêde bi dilpaqijî reftarê li gel Şamê dike.
Rûdaw: We di Parlamentoya Holendayê de zenga hişyarkirinê li ser Kurdan lê da. Holenda û Yekîtiya Ewropayê dikarin çi bikin?
Don Ceder: Pirseke pir baş e. Beriya her tiştî divê givaşa dîplomatîk bê kirin. Yekîtiya Ewropayê sozên zêde dane hikûmeta Colanî. Me wekî Yekîtiya Xiristiyanan gotiye nabe em ti alîkariya darayî bişînin, eger bi awayekî zelal li ser mijarên ewlehiyê peymanê nekin.
Me ev yek par got. Wê demê me dît ku êriş li Elewî, Xiristiyan û Durziyan hatin kirin. Ji ber wê me got, em her wiha pereyan ji wan re naşînin. Bi mixabinî ve, li nav Yekîtiya Ewropayê em dibînin ku xwestek heye ji bo ku pêngava piştgiriya darayî ji hikûmeta Sûriyeyê re bê avêtin. Ev metirsîdar e û ne berpirsiyarî ye.
Heftiyên borî me dît ku êriş li ser Kurdan jî hat kirin. Lewma divê em alîkariyên darayî demildest rawestînin, heta wê dema ku ewlehiya wan tê garantîkirin. Ji ber vê yekê me biryarnameyek daye parlamentoya xwe û tê de tê gotin divê alîkariyên darayî bên rawestandin.
Hêvîdar im ev bibe biryar, da ku em ji Holendayê ve wa bikin Yekîtiya Ewropayê jî heman gavê bavêje. Bi baweriya min divê Yekîtiya Ewropayê kêmtirî niha li gel Şamê germugur be.
Rûdaw: Wate tu dibêjî Yekîtiya Ewropayê peymaneke zelal a derbarê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de li gel Şamê nekiriye?
Don Ceder: Peyman hatine kirin, lê Yekîtiya Ewropayê di wê de zêde dilpaqij bûye. Min par jî li ser vê yekê hişyarî da. Ewropa bi gelekî bi kelecan ve dixwaze piştî hilweşîna rejîma Esad pereyekî zêde bide hikûmeta niha. Ez wê demê jî ne bi kelecan bûm ji bo vê yekê.
Min digot bi liberçavgirtina paşeroja Colanî ya li gel El Qaîdeyê, divê em çaverê bikin ka dê çi bike. Niha salek şûnda gotina min rast derket û diyar bû ku ew kelecanî, lez û bezî tê de hebû. Ji ber ku em dibînin Colanî nikare mîlîsên xwe kontrol bike. Lewma mîlîs komkujiyan dikin û êrişî ser kêmîneyan dikin.
Yan jî diyar e bi wî tên kontrolkirin û tiştê rû dide bi agahdariya Şamê ye. Ev hîn xirabtir e. Di her du aliyan de girîng e Yekîtiya Ewropayê kêmtir dilpaqij be û divê beriya pereyan ji wan re bişîne, peymaneke pir zelal bike. Çunku ew alîkariyên darayî hikûmeta Şamê bihêztir dikin ji bo serkutkirina kêmîneyan.
Rûdaw: Divê Kurd û kêmîneyên din ji bilî dorpêçên darayî yên li ser Şamê, çi tiştên din ji dost û hevpeymanên xwe û bo mînak ji Holendayê çaverê bikin?
Don Ceder: Me rojên borî projebiryarek pêşkêşî parlamentoyê kir ji bo ku alîkariyên darayî yên bo Sûriyeyê bên rawestandin. Heta wê dema ku garantiya temam werdigirin ku kêmîne tên parastin. Wate li tenişta guftûgokirin û hêvîbûna bi wêya ku agirbest berdewam bike.
Me gotiye êdî bes e û divê em ên Ewropî ti gavên din navêjin ji bo asayîkirina li gel hikûmeta Sûriyeyê. Her wiha bi me girîng e alîkariyeke zêde ya mirovî bigihîje herêma Kurdan. Ji ber ku pirsgirêkên wan ên zêde hene. Li wir xelk birçî ye û serma ye. Lewma divê alîkarî bên dayîn û divê Holenda jî alîkariyê bişîne.
Rûdaw: Bi baweriya te ew dorpêçên aborî yên tu behsa wan dikî, ti bandora wan li ser biryara hikûmeta Şamê heye?
Don Ceder: Bi baweriya min eger Yekîtiya Ewropayê biryarê bide ti pere ji wan re neşîne, ew dê tûşî dileraqiyê bibin. Her wiha divê em li gel Amerîkiyan biaxivin ji bo ku piştgiriya Kurdan bikin. Her wiha me gotiye rast e me îtîraf bi wê hikûmeta Sûriyeyê kiriye, lê divê em nirxandinê ji bo wan bikin.
Piştî ku me dît çawa reftarê li gel kêmîneyan dikin, divê em bizanin bi rastî ev hikûmet xwedî şeriyet e? Ev ew tişt e ku me van çend heftiyan kiriye. Hinek ji wan tiştan ji aliyê parlamenterên din ve jî piştgirî lê tê kirin û hinek jê piştgirî lê nehatiye kirin.
Lê em pir pêdagiriyê dikin ku mafê me nîne em xiyanetê li Kurdan bikin. Çunku di nîqaşa parlamentoyê de jî min got, welatên rojavayî xiyanet li Kurdan kirin. Me piştgiriya wan kir û wan qehremanane li dijî DAIŞiyan (bi DAIŞiyên Ewropî ve jî) şer kir.
Her wiha bi salan girtiyên DAIŞî yên Ewropî jî li cem xwe hiştin û welatên Rojavayê çareyek ji wê mesleyê re nedît. Lê niha ku daxwaza alîkariyê ji me dikin, em pişta xwe didinê. Ev xiyanet e. Lewma wekî parlamenter bi baweriya min nabe em vê bikin û divê pişta civaka Kurdî bigirin.
Rûdaw: Metirsiya vegera çekdarên DAIŞê ya ji bo Ewropayê çi qas cidî ye?
Don Ceder: Wezîrê Karên Derve yê Holendayê îtîraf kir ku metirsî pir mezin e. ji ber ku dema ew azad dibin, xwediyê welatnameya Holendî yan welatekî din ê Ewropî ne û dikarin bi pasaportên xwe yên Holendî vegerin. Rast e dikarin bên desteserkirin, lê divê bên darizandin.
Ji bo vê jî belgeyên zêde li dijî wan li ber dest nabin. Lewma wezîr di nîqaşa xwe ya li gel me de îhtîmala wê yekê da ku dibe ew bên azadkirin. Wate nekarî red bike ku ev rû nade. Ez bi salan e derbarê vê yekê de hişyariyê didim û behsa wan DAIŞiyan dikim ku Kurd desteser dikin.
Heta wê demê jî ku Tirkan êrişî ser wan herêmên Sûriyeyê kir û metirsî li ser wan zindanên DAIŞê çêbû, min daxwaza danîna plana çareseriyê kir. Lê hikûmeta me bi berdewamî ev piştguh xist û lewma niha bûye pirsgirêkek ji bo ewlehiya me ya nîştimanî. Lewma divê niha jî xwe amade bikin û heta eger pêwîst be yasayên xwe jî biguherînin ji bo ku xelkê vir, heta Kurd û pêkhateyên din ên Holendayê jî ewlehiya wan hebe.
Rûdaw: Tiştê ji Şamê ve tê bihîstin, heta ewê ku li welatên Ereban û medya û mekîneya mezin a pêwendiyên wan ên cemawerî behs dikin, ew e ku dibêjin biryara Serokatiya Sûriyeyê heye ku hemû mafên kultûrî ji Kurdan re hatine dayîn. Lewma divê otonomiyê ji bîr bikin. Eger li gel xelkê Rojavayê Kurdistanê biaxivî, peyama te ji bo wan çi ye û divê di van rojan de çi bikin?
Don Ceder: Ez dibêjim axaftina bê pratîk hêsan e. Tiştê em dibînin gotine niyeta wan çi ye, lê bi pratîkî hîn tiştek nehatiye kirin ji bo ku bê zanîn Kurd û kêmîneyên din parastî dibin û mafên wekhev dibin. Lewma ez nîgeran im. Nabe bi lez û dilpaqijî reftarê li gel vê hikûmetê bikin.
Çimkî dibe ku Colanî qatek li xwe kiribe û rîha xwe jî hinekî tenik kiribe, lê îdeolojî wisa ji nişka ve nayê guhertin. Lewma divê em garantiyê wergirin ku hemû kêmîne li Sûriyeyê parastî ne. Eger wisa nebe, divê Holenda û hemû Yekîtiya Ewropayê amade bin Kurdan biparêzin.
Dîsa jî divê Holenda, Ewropa û Amerîkî jî karekî bikin ku ewlehiya Kurdan parastî be. Ji ber ku em hemû deyndarên Kurdan in. Ji ber ku wan deh sal in DAIŞî ku hinek ji wan welatiyên me ne jî, li zindanê kirine û şerê wan DAIŞiyan jî kirine. Mafê me nîne em vê ji bîr bikin û ji bîr jî nakin.
Rûdaw: Tu razî yî ji wêya ku van du heftiyan Holendayê derbarê wê rewşê de kiriye?
Don Ceder: Na, gelekî kêm e.
Rûdaw: Gelekî kêm e!
Don Ceder: Ez dizanim divê zêdetir li ser asta Ewropayê givaş bê kirin, ji ber ku eger tenê Holenda bike bandora wê kêmtir e. Ez ji wê fêm dikim. Lewma me ji wezîrê xwe yê karên derve re gotiye li gel wezîrên din ên karên derve yên Ewropayê biaxive. Di heman demê de guh li parlamentoya me jî bigire ku jê re dibêjin divê tiştên zêdetir bên kirin.
Divê ew peyama me ya ku dibêje divê alîkariyên darayî bibin mercdar bi parastina kêmîneyan, welatên wekî Fransa, Îtalya û yên din jî hişyar bike. Ji ber ku ew dîmenên em dibînin derewan nakin. Li wir zarok, jin û mêr tên qetilkirin. Zarok ji ber nebûna alîkariya pêwîst canê xwe ji dest didin. Pir girîng e Ewropa hişyar bibe û piştgiriya Kurdan bike.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji bo we birêz Ceder. Gencên Kurd li Holendayê ji min re digotin: Don Ceder li parlamentoyê nûneratiya me dike. Çawa bû te wiha xwe terxan kir bo piştgiriya Kurdan?
Don Ceder: Di wan salên ku ez endamê parlamentoyê me, her tim min li gel Kurdan guftûgo kiriye. Hem li gel wan ên ji Bakurrojhilatê Sûriyeyê hatine û hem jî ewên ji Îraqê hatine. Bi min girîng e hemû civakên Rojhilata Navîn parastî bin û Kurd jî yek ji wan in. Ez ji dil ji Kurdan hez dikim. Ji ber ku dîroka wan jî dizanim.
Lewma bi min girîng e Ewropa, partiyên me û kesê wekî min bikarin wa bikin Kurdan biparêzin. Ji ber ku garantî nîne ku parastî bin. Lewma hêvîdar im bibim dengê civaka Kurdistanî jî. Her wiha hêvîdar im Kurd hem li Holenda û hem li Rojhilata Navîn jî bikarin paşerojeke parastî hebin. Ez jî bi kêfxweşî xwe ji bo vê terxan dikim.