Domînîk Mass: Kurdistanê ji bîr nakim

Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Domînîk Mass kir. Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser peywendiyên herdu aliyan kiriye û Mass jî aşkere kiriye ku ew hevkariyên gelê Kurdistanê û Kurdistanê ji bîr nake.

Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Domînîk Mass kir. Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser peywendiyên herdu aliyan kiriye û Mass jî aşkere kiriye ku ew hevkariyên gelê Kurdistanê û Kurdistanê ji bîr nake.

 

Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî, Serok Barzanî roja Pêncşemê li Selaheddînê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê, Dominik Mass kir.

 

Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Domînîk Mass, ku erkê wî yê li Kurdistanê bi dawî tê, di hevdîtinê de pîrozbahiyên xwe bi boneya Cejna Qurbanê û salvegera ji dayikbûna Serok Barzanî û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

 

Mass herwiha pêzanînên xwe û Hikumeta Fransayê derbirî ku di demên çend salên derbasbûyî de hevkar bûne û peywendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî bilind nirxandin û spasiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ku xwedî helwest bûne.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Konsulê Giştî yê Fransayê ragihandiye, “Tu demekê wê helwest û hevkariyên gelê Kurdistanê ji bîr nakim û li her cîhek jî bim Kurdistanê ji bîr nakim.”

 

Herwiha hatiye diyarkirin ku Serok Mesûd Barzanî jî balkişandiye li ser wê yekê ku peywendiya dostaniya di navbera Kurdistan û Fransayê pêwîstiyek bûye bi helwestên girîngên wî welatî beramber gelê Kurdistanê.

 

Serok Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamî û pêşxistina dostayetiya di navbera herdu aliyan de kiriye û hêviya serkeftinê ji bo Konsol Dominik Mass di erkê wî yê nû da xwestiye.

 

Di beşeke din a hevdîtinê de pirsa çaresekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine nirxandin û tekezî li ser diyalog û rêyên aştiyane hatiye kirin.

Siyaset Haberleri

Qayimqamê Sîdenkanê: Bi ragihandina pêvajoya aştiyê, 100 gundên deverê tên avedankirin
Berdevkê AK Partiyê li ser hevdîtina HSD û Tirkiyeyê axivî
Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê
Nivîskara Kurd Karoş Taha ji bo xelata navdar a Almanyayê bûye namzed
Mustafa Ozçelîk: Dewlet ligel Ocalan û DEM Partiyê veşartî kar kar dike