Dolar li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû şikand

.

 Li Tirkiyê piştî Banka Navendî, 23ê Îlona 2021ê rêjeya faîzê 1 puan daxist bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam e. Dolar doh bi şev piştî girtina borseyan li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 8.95 lîreyê Tirkî.

Piştî biryara Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) derbarê kirîna saman û daxistina rêjeya faîzê de ji aliyê Bankaya Navendî ya Tirkiyê ve bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam e.

Dolar doh bi şev piştî girtina borseyan derket 8.95 lîreyê Tirkî û destpêka rojê daket 8.92 lîreyê Tirkî. Dolar yekem car gehişte 8.95an û bi vî awayî rekoreke nû tomar kir. Di heman demê de li hember lîreyê Tirkî euro derket 10.36an û Sterlîn jî derket 12 lîreyê Tirkî.

Banka Navendî ya Tirkiyê, 23ê Îlona 2021ê biryara rêjeya faîzê eşkere kir û piştî Gulana 2020an cara yekemîn rêjeya faîzê ji sedî 19 daxist ji sedî 18an.

Di demekê de ku enflasyon her roj li Tirkiyê zêde dibe, daxistina rêjeya faîzê bandoreke nerênî li lîreyê Tirkî kir. Bihayê lîreyê Tirkî li hember dolar berî daxistina rêjeya faîzê 8.65 bû. Piştî daxistina faîzê lîreyê Tirkî li hember dolar nirxê xwe nêzîkê %3 ji dest daye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin