Dolar dîsa nêzîkî 7ê bû

Piştî ku doh bi şev dolar gihişte 7.23ê, bi daxuyaniya Enqerê daketibû 6.05an, serê vê sibê dîsa bilind bû. Bi daxuyaniya Erdoğan ku got 'Em ji şerî re amade ne, jimare wê vegerînin seyra xwe ya asayî' Dolar dîsa nêzîkî 7ê bû

Şeva borî nirxa Dolarê gihiştibû 7.2an. 

Li ser vê bilindbûna jinişkave, ji rêveberiyên aborî daxuyanî li ser daxuyaniyan hatin belavkirin.

Saziya Birêkûpêkkirin û Venihêrtinê ya Bankayî BDDKê, kirariyên swapan sînordar kir.

Piştî vê, Beştepeye daxuyaniyek belav kir û gotinên Erdoğanî ku gotibû 'Me planên B û Cyê hene' ronî kir. Li gor vê, angaştên ku digotin 'wê dest deynin ser hesabên mewdûatê' hatin derewandin. Herwiha dan xuyankirin ku wê venegerin kurên bêliv.

Wezîrê Gencîne û Maliyeyê Berat Albayrak jî bi şev da xuyakirin ku 'Plana me ya aksiyonê amade ye'

Serê vê sibê saet 8.00an de Bankaya Navendî jî daxuyand ku bo pereyên biyanî, ji vadeyên heta 1,2 û 3 salan, di vadeyan de rêjeya beramberî ya mecbûriyan 400 baz puan daxistine û bankayên ku pêdivî pê hene, hemû lîkidite wê werin temînkirin. Piştî vê daxuyaniya Bankaya Navendî, nirxa dolarê ji 6.85an dakete heta 6.05an. Lê, piştî demekê dîsa firiya heta 6.90î.

 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin