Doktorên Sînornenas li Derya Spî 440 koçber rizgar kirine

.

Rêxistina Doktorên Sînornenas(MSF) ku navenda wê li Fransayê ye aşkere kiriye ku keştiya wan a bi navê Geo Barentsê 440 koçberên ku di rewşeke xirap de bûne li avên navneteweyî yên Deryaya Spiyê rizgar kirine.

MSFê di parvekirinên xwe yên li ser hesabê medyaya civakî de, diyar kiriye ku piştî banga rêxistina sivîl a bi navê "Alarm Phone" ku duh li ser medyaya civakî banga alîkariyê ya koçberên li Derya Spî ragihandibû, keştiyên wan ber bi cihê bûyerê ve çûne.

Xebata rizgarkirinê 11 saet dewam kiriye

Li gorî peyamê, ekîba Geo Barentsê ji ber şert û mercên neyînî di destpêkê de nekarîye xebata rizgarkirinê pêk bîne. Tenê kariye êlegên rizgarkirinê li koçberan belav bike.

Piştre hatiye ragihandin ku di xebata rizgarkirinê de ku zêdeyî 11 saetan dewam kiriye 30 jê zarok, 8 jê jin bi tevahî 440 kes hatine rizgarkirin.

Aşkere bûye ku 100 koçberên hatine rizgarkirin rayedarên Îtalyayê birine navendeke li peravên Sîcîlyayê û yên mayî jî birine bendera Brîndîsiyê.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir