Diyarbekir- Derbarê pirsa kurd di medyaya Tirkiyê de komxebatek tê sazkirin

.

Li Diyarbekirê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) 2yê Cotmeha 2021an Komxebateke bi sernavê “Di Medyaya Tirkiyeyê de Pisrgirêka Kurd” saz dike. Di komxebatê de li ser rola çemeneniya Tirkiyeyê ya derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd de dê guftûgo werin kirin.

Rêveberên DÎTAMê, bi kongreyeke rojnamegerî derbarê komxebatê de agahî dan. Li gorî gotinên rêveberên DÎTAMê, dê nûnerên saziyên civaka sivîl, rojnameger, akademîsyen, mafnas û çalakvanên parastina mafên mirovan derbarê hişmendiya di çapemeniya Tirkiyeyê ya li ser Pirsgirêka Kurd de gotaran pêşkêş bikin.

Piştî Diyarbekir li Wan û Dîlokê jî dê komxebat bên lidarxistin.  Di komxebatan de encamên lêkolînên derbarê pêvajoya çareseriyê û hişmendiya kurdan di çapemeniya Tirkiyeyê de, li Tirkiyeyê pirsgirêka çapemeniyê û aşitiya civakî dê werin gotûbêjkirin.

Piştî komxebatan dê raporek bê amadekirin. Di raporê de dê bê destnîşankirin ku Kurd xwe di çapemeniya Tirkiyeyê de çawa dibînin. 

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand