Dîwana Dadê ya Ewropayê biryara Brexitê da

Dîwana Dadê ya Ewropayê biryar da ku Brîtanya dikare yek alî pêvajoya veqetandina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) Brexîtê betal bike.

Dîwana Dadê ya Ewropayê ku navenda wê li Luksenburgê ye û mehkemeya herî payebilind a Yekîtiya Ewropayê ye, ji bo doza ku seba pêvajoya Brexitê ya Brîtanyayê biryar da.

 

Dadgehê biryar da ku Brîtanya dikare yek alî biryara xwe ya ji Ewropayê veqetînê paşve bikşîne.

 

Di biryarê de wiha hat gotin: "Dema dadgeh ji Konseya Yekîtiya Ewropayê ya ragihîne ku dilê endamekî heye ku ji Yekîtiya Ewropayê vekişe, ew dewleta endam cardin bi tena serê xwe dikare vê biryara xwe betal bike û di vî warî de serbest e."  

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'