DIVÊ EM LI DIJÎ ŞIDETA LI SER JINAN RAWESTIN!

.

Doh xwişkên Teresa; îro li Kurdistanê Mîna Qadî, Leyla Qasim, Dayika taybet , Cemîle Cagiga ku cesedê wê di qerîsokê de hatibû veşartin û Jîna Emînî…

Şidet û kuştinên rasûrast di hîmaya dewletan de yên li ser Jinan!

Sal 1960, cih Komara Dominîk:

Sê xuşkên bi navê Patria, Mînerva û Maria Teresa, teva hevjînên xwe li hemberî dîktatorîya Rafael Trujillo serî hildan. Bi vê armancê, Patria di Hezîrana 1960î de pêşengîya Tevgera Clandestînê kir û teva xwişkên xwe yên din xwe fedayî vê rêyê kirin. Zulmek gelek zêde dîtin, hatin zîndan kirin. Di dawîyê de Trujillo li xwe mikur hatibû ku ev tevger yek ji metirsîyên herî mezin ya li hemberî dîktarorîya wî bû.

Di 25 çirya paşîn ya 1960î de, hersê xuşkan canê xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku wan di encamê bûyerek trafîkê de canê xwe ji dest danin. Lê rastî ne weha bû û derket holê ku destdirîjî li wan hatiye kirin û hatinin kuştin. Lê tevgera ku wan dest pê kiribû, piştî salekê dîktatorîya Trujillo rûxandibû.

Erê, desthilatdarîya Trujillo ew kuştibûn; lê di rêya mafê mirov û bi taybetî di tevgera azadîya jinê de ew bûn mînak û sembolek cihanî.

Bi vê munasebetê, di sala 1999an de, Yekitîya Neteweyan 25ê çirya pêşîn weke “Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Jinê” îlan kir.

Îro jî Mîna Qadî, Leyla Qasim, Jîna Emînî di rêya serxwebûna neteweyî ya kurdan û mafên mirovî de, bi taybetî di tevgera azadêya jinan ya dinyê de bûnin sembol.

Şideta li hemberî jinan; navê şidet û tehdîta di nav malê û di civatê de ya fizîkî, cinsî û derûnî ya ku jin rûbirû dibin e. 

Weke li hemû cihên ku kultura nêrtîyê lê serdest e, mixabin li her çar perçeyên Kurdistanê jî jinên kurd û Kurdistanê rûbirûyê tundûtûjîyê dibin: Li nav malê, li cihên kar, li kuçan, li zanîngehan û hwd ew têne kuştin, destdirêjî li wan tê kirin, ji gelek maf û azadîyên xwe bêpar têne hiştin.

Jina kurd, ne tenê ji alîyên hevjîn, kesûkar û merivên xwe yên zilam ve rûbirûyî şidetê dibin; herweha bi dehan sal in ku ew li hemberî şidet û êrîşên Dewleta Tirkîyê ya milîtarîst, cinsîyetçî, nîjadperest jî rûbirû dimînin. Eger şideta li hemberî jinan siyasî be; wê gavê şideta li ser jina kurd ku hebûna wê, zimanê wê tê înkarkirin û ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û azadîyên xwe bêpar e, sed carî bêtir siyasî ye û divê em bi awakî dijwar li dijî vê zilm û zordarîyê derdekivin. 

Qanûna 6284an ku di encamê xebat û têkoşînek dûr û dirêj ya rêxistinên jinan de hatibû bidestxistin, rewşa mafên jinan xurtir dike û ligel mafên guherandina nasnameyê hinek mafên din ji bo jinan nas dike. Eger ev qanûn bi awakî rasteqînî û pêwîst bihata pêkanîn, heta radeyekêdê  jin bêtir bihatina parastin.

Lê divê bê zanên ku ev qanûn têrê nakin û pêwîst e ji tecrûbeyên welatên cihanê yên din jî bêne îstifadekirin.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bangî hemû kurd û kurdistanîyan û cîhanê dikin; divê em li hemû qadên jiyanê li dijî tacîz û şideta fizikî, cinsî, olî, mezhebî, aborî, civakî û hemû awayên tundûtûjiya yên li dijî jinan bi dengekî bilind û berz rawestin.

25.11.2025

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Komisyona Jinan ya Şaxê Batmanê

Kurdistan Haberleri

Pêla erebkirinê Kerkûkê berdewam e: Li gundekî ji 70 malan tenê 3 mal mane
Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e
TAYBET - Jin li Başûrê Kurdistanê di çi rewşê de ne?
Şam piştî rakirina cezayan bi êrişa li ser Kurdan tê tawanbarkirin
Li Stockholmê Pêşengeha Kitêban Kurdî