Mai Sato, Raportêra Taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan li Îranê, ligel hejmarek pisporên vê rêxistinê hişyarî da ku her cure lihevkirina dawî di navbera Amerîka û Îranê de ku rewşa mafên mirovan li wî welatî berçav negire, nikare aştiyeke mayînde bîne.
Sato di peyamekê roja Înê 29ê Cozerdanê belav kiriye, dibêje lêktêgeheştina 14 xalî di navbera Amerîka û rejîma Îranê de zêdetir li ser vekişîna hêzên serbazî, vekirina Tengava Hormozê, bernama navokî, rakirina cezayan disekine, lê mafên mirovan û daxwazên xelkê Îranê tê de hatine piştguhxistin.
Di daxuyaniya hevpar a pisporên Neteweyên Yekbûyî de hatiye, cihê Xelkê Îranê di vê lihevkirinê de nîne.
Sato tekez kir: "Bi milyonan îranî rjiyan ser şeqaman û daxwaza guhertinên bingehîn kirin. Divê dengê wan di her danûstandinekê de ku îdîa dike paşeroja wan dabîn dike, were bihîstin."
Pisporên Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku rejîma Îranê ji destpêka şer û piştî hinge jî, tepeserî bi dijî xelkê çend qat zêdetir kiriye.
Li gorî vê raporê, îşkencekirin, windakirina, darvekirin, îtîrafgirtina bi zorê, zêde kiriye. Destpêka şer ve herî kêm 156 kes hatine bidarvekirin.
Rejîma Îranê dest daniye ser milk û malên herî kêm 1500 welatiyan, di nav wan de bi sedan îraniyên li dervayî welat, wekî Behaiyan, welatiyên Kurd û Belûç di bin metirsiyeke mezintir de ne.