Dîsan jehrîkirina dibistana dest pê kiriye/ zêdetir ji 100 dersxwan bo nexweşxaneyan hatine veguhastin

.

Piştî bi dawîhatina bêhnvedana dersxwana li Newrozê, rapor li ser dubarebûna bûyerên jehrîbûna derxwanên keç li dibistanên çend bajaran ji wan Tewrêz, Îsfehan û Nexedê hatine belavkirin.

Di berdewamiya êrîşa gaza nenaskirî bo ser dibistanên dersxwanên keç de, dibistaneke keçan a Tewrêzê roja Sêşemî 15ê Xakelêweyê hate jehrîkirin û zêdetir ji 20 keç jehrî bûn û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Hevdem duh dibistanek bajarê Nexedê hate jehrîkirin û 5 derxwan jehrî bûn.

Serokê Zanîngeha Zanistiya Pizîşkî ya parêzgeha Urmiyê di hevpeyvînekê digel yek ji malperên rejîmê gotiye: “Li yekemîn roja vebûna dibistanan piştî bêhnvedana dersxwanan di Newrozê de, 78 dersxwanên jehrîkirî bo navendên dermanî hatine veguhsatin”.

Her roja Sêşemî li bajarê Îsfehanê zêdetir ji 8 dersxwanên dibistana navçeya Dewletabad a Îsfehanê hatine jehrîkirin.

Malpera “Rokna” a ser bi rejîma Îranê daye zanîn, “8 dersxwanên keç ên Îsfehanê tûşê bêhaliyê bûne û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin”.

jehrîkirinên li pey hev yên dersxwanên dibistanan, ku heta hinek berpirsên Komara Îslamî wê yekê bi “bi zanebûn” didine zanîn, di Sermaweza 1401an de li bajarê Qumê dest pê kir. Ev jehrîkirine di demeke kurt de li parêzgehên din jî belav bû û heta dawiya salê herî kêm 13 hezar kes bi vê yekê rastî jehrîbûnê hatin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da