DÎSAN ÎDAM Û CINAYET

.

M Saleh Qadrî

Peyama Mêhrab Ebdullahzade, girtiyê siyasî yê Kurd ku îro Komara Îslamî ew jî îdam kir.

Ev name demek berê ku ji dengê Mêhrab di girtîgehê de hatibû tomarkirin, hatibû nivîsîn û di medyayê de hatibû weşandin:

Silav gelê Îranê,

Ez Mêhrab Ebdullahzade me, hûn dengê min ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê dibihîzin. Belkî ev dengê min ê dawî be ku hûn dibihîzin. Ez di xwepêşandanên sala 2022an de ji aliyê hêzên rejîmê ve li Urmiyê hatim girtin. Ez 25 salî bûm ku hatim girtin. Ji roja ewil a girtinê ve, bi zordestî, êşkence û gefxwarinê, gelek îtîrafên nerast ji min girtin ku hemû derew bûn û tu yek ji wan tohmetên ku li min bar kirine, rast ninin. Hem ew bi xwe û hem jî Xwedê dizane ku ez bêguneh im.

Gelê ezîz ê Îranê, hevwelatiyên xîretkêş, dibe ku hûn nikaribin min fêm bikin û heta xeyal bikin ku min çi zehmetî kişandine. 42 meh in ku ez di bin biryara îdamê de me. Biryarek ku eger bidin ser kevir jî dê wî bihelîne. Kesê ku li benda îdamê ye, şev û roj difikire ku her kêlî mimkun e bang li wî bikin û wî bibin ji bo îdamê. Kesê ku li benda îdamê ye, tenê şevan piştî saet yekê dikare hinekî bêhna xwe vede û dibe ku fikar û xeyal wî berdin û du-sê saetan razê. Fêmkirina vê rewşê ji bo we gelek zehmet e. Bi Xwedê, kesê ku li kolanê dimire, ji bo wî gelek baştir e ji wê yekê ku 42 meh, bi milyonan caran bimire û zindî bibe. Îro dor a min e, sibe dor a yekî din e û dûrsibe dibe ku yek ji kesên ezîzên we bi xwe be. Bêalî nemînin. Asayî nekin, dengê min bigihînin guhê hemû xelkê cîhanê.

Gelê serbilind ê Kurd, hevbajariyên min ên delal,

Yekem tawana min, Kurdbûna min e. Heya rojek ku ez sax im, bi Kurdbûna xwe serbilind im û ji we pir çêtir dizanim ku we çi zehmetiyên mezin kişandine û her tim hûn alîgirê maf û dadmendiyê bûne. Vê carê jî mafê min biparêzin û nehêlin bi neheqî, benikê bi darê ve bixin stuyê min û dê û bavê min ên belengaz wê pîr şînê bigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan, heya kengê hûn ê tenê xemgîniya xwe diyar bikin, vê cure reftarê şermezar bikin û bi çîrokeke (story) sade ji ser derbas bibin?! Bi rastî kengê hûn ê dest bi kar bibin û bi biryardarî li hemberî ev qas zilm û neheqiyê rabin? Kengê hûn ê mafê min ê bêguneh biparêzin? Dengê min bigihînin hemû cîhanê û vê carê îspat bikin ku tenê gotin nîne û hûn bi kiryar xwedî helwest in.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû