Dîsa ereban hewla dagîrkirina zevîyên kurdan dan!

Li devera Daqûq ya Kerkûkê, erebên ku ji deverên başûrê Iraqê derbasî wir hatine kirin, dîsa êrişî gund û zevîyên kurdan kirin û hewla dagîrkirina wan dan.

Welatîyekî kurd li gundê Tazedê yê Daqûqê bi navê Elî Hemîd ji BasNewsê re got, îro komek ereb derbasî nav zevî û erdên gundên Tazedê û Tazeşar yên kurdan bûn.

Elî Hemîd her wiha got, dema ew hatin nav zevîyên me, em jî pêşde çûn û me ji wan re got ku em ti carî rê nadin we hûn derbasî nav zevîyên me bin. Lê wan efserekî polîs bi xwe re anîbûn û dixwastin bi wê yekê zorê li me bikin.

Berpirsê komîteya YNKê li Daqûqê, Azad Rostem ji BasNewsê re got, çend roj berê parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ferman dabû hêzên ewlehîyê yên Kerkûkê da ku ereban li gundên kurdan bicîh bikin!

Li ser arîşeya gundên Tazedê û Tazeşar jî Azad Rostem got, ew nikarin tiştekî bikin ji ber ku ew zevî, yên kurdan in û tapo û belgeyên wan hene.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist