Dikandarên Ceylan Karavîlê cardin çalakî li dar xist

Ev çend heftiyê ye dikandarên Ceylan Karavîla Amedê ku ji ber bilindbûna kiriya dikanan nerazîbûn nîşan didan, îro 10ê Kanûnê dîsa çalakiyek li dar xist.

Çend hefte berê, dikandarên Ceylan Karavîl Parkê ya li Amedê ku li Bakûrê Kurdistanê yek ji mezintirîn navenda danûstandinê ye, ji ber bilindbûna kiriya dikanan nedikarîn kiriya xwe bidin rojê bo 2 demjimêran çalakiya girtina dikanan kiribûn.

Ji ber ku daxwazên wan neanîn cih û rêvebiriya Ceylan Karavîl Parkê jî fişar li wan û rojnamevanan kiriye ku ev çalakî neyinîne rojevê, dikandaran îro jî li ber Ceylan Karavîl Parkê çalakiyek li dar xist.

Dikandaran got: Em ji bo geşkirin û zindîkirina aboriyê hê jî ber xwe didin. Daxwazên me ne siyasî ne, em weke 61 dikandarên vê derê, tenê zêdekirina kiriyên dikanan rast nabînin û daxwaz ji rêvebiriya Ceylan Karavîlê dikin kiriya dikanan zêde nekin, zêde bikin jî bi rêjekeke maqûl zêde bikin.

Dikandaran herwiha diyar kirin rêvebiriya Ceylan Karavîlê fişarê li ser çapemeniyê dike ku nûçeyên çalakiyên wan neweşînin û dengê dikandaran nexine rojevê û daxwaz ji çapemeniyê kir ku çalakiyên wan ku hêjayî nûçeyê ye di nav çapemeniyê de biweşînin û dengê wan belav bikin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand