Dijîterora Kurdistanê: Li Zaxoyê êrişî 2 parzûngehên petrolê hat kirin

.

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro bi rêya sê dronên bombebarkirî êrişî 2 parzûngehên petrolê yên Zaxoyê hatiye kirin.

Dezgeha Dijîterora Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de belav kir:

"Li gorî agahiyên me, saet 06:00 û 06:15ê sibeha îro bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Pêşxabûra Zaxoyê hat kirin."

Her wiha di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, "Saet 07:00ê sibehê bi rêya droneke bombebekirî êrişî ser parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Tawkêya Zaxoyê hat kirin."

Dijîterora Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, "Ji bilî ziyana madî ya ku gihîştiye parzûngehan, di êrîşan de ti ziyana canî çênebûye."

DNO kompanyayeke petrolê ya Norwêcê ye, operatora sereke ya parzûngehên petrolê yên Tawkê û Pêşxabûrê ye.

Kurdistan Haberleri

100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike
Trump daxwaza Zelenskyy red kir
Almanya: Li Sûriyeyê ti kes ne parastî ye
Senherîb Bersûm: Diyaloga bi Şamê re vebijêrkeke stratejîk e