Dijeterora Kurdistanê hişyarî da welatiyan: Di dema lêdana zengilê hişyariyê de li cihên ewle bimînin

.

Fermandariya Dijeterora Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir ku di dema lêdana zengilên hişyariyê de, ji bo parastina canê xwe li cihên ewle û guncav bimînin.

Dijeterora Kurdistanê îro 28ê Sibatê daxuyaniyek belav kir û tê de hişyariyên girîng da û got, gava dengê zengilên hişyariyê hat bihîstin, divê welatî yekser rêkarên xweparastinê pêk bînin.

Li gorî daxuyaniyê, ev rêkar ji bo wê yekê ne ku di dema rûbirûbûna sîstema parastina asmanî de, welatî tûşî ti rûdanên nexwestî û ziyanên canî nebin. 

Dijeterora Kurdistanê her wiha eşkere kir ku li çend deveran parçeyên şikestî ku ji aliyê sîstema parastinê ve hatine têkbirin, ketine xwarê. Ji ber vê metirsiyê, hat ragihandin ku manev li cihên ewle û sergirtî ji bo silamiya canê her kesî xwedî girîngiyeke taybet e.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin