Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrîşî kampa awareyên Rojhilat li Kewrgoskê hat kirin

Dijeterora Kurdistanê belav kir ku bi du dronan êrîşî ser kampa awareyên Rojhilat li Kewrgoska qezaya Xebatê ya Parêzgeha Hewlêrê hate kirin.

Li gorî zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îşev Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, seet 10:19 bi rêya du dronên bombekirî êrîşî ser kampa awareyên Rojhilat li Kewrgoska qezaya Xebatê ya Parêzgeha Hewlêrê hate kirin.

Dijeterora Kurdistanê di wê daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku ketina dronan ti zirareka canî jê peyda nebûye. (K24)

Kurdistan Haberleri

Li Hisîçayê xwenîşandan: Hêzên ewlehiyê gule reşandin
Zanîngeha Artukluyê kurs û azmûna sertîfîkayê ya Kurdî vedike
Li Serê Kaniyê çekdaran dest daniye ser 5500 malên koçberan
Li Zanîngeha Îlamê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin
Mesrûr Barzanî: Sînorê sebira me jî heye