Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdanê ya li parêzgeha Hewlêrê hate kirin

.

Dijeterora Kurdistanê ragihand, bi du dronên bombekirî êrişî ser depoyeke dexlûdan ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de ziyaneke mezin a madî çêbûye.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, îro 11ê Hezîranê bi rêya du dronên bombekirî yên ji cureyê "Hadid 110", êriş li ser depoyeke dexlûdan ya li sînorê qezaya Qoştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di encama vê êrişê de ziyaneke zêde ya madî gihîştiye depoyê, lê xoşbextane ti ziyanên canî neketine.

Dijeterora Kurdistanê bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî vê êrîşê nîşan da û ragihand: "Em bi tundî wan êrişên terorîstî şermezar dikin ku armanca wan cihên sivîl in."

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir