Die Welt: Generalan daxwaza Erdogan a xistina balafir û noqkirina keştiya Yunan red kir

Rojname di wê nivîsa xwe de dide xuyakirin, “Heger bi Erdogan bimana, niha Tirkiyê zû de keştiya Yunan noq kiribû.”

 Rojnameya Alman Die Welt di raporteke xwe de ku dispêre çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê, li ser rageşî û aloziya Rojhilatê Derya Spî dibêje; Erdogan ji generelan daxwaza xistina balafir yan jî noqkirina keştiyeke Yunan kiriye, lê fermandaran ew daxwaz red kiriye.

Rojname di wê nivîsa xwe de dide xuyakirin, “Heger bi Erdogan bimana, niha Tirkiyê zû de keştiya Yunan noq kiribû.”

Die Welt li ser îdiaya ku Erdogan ji generelan daxwaza noqkirina keştiyeke Yunan kiriye diyar dike ku Erdogan ji amîral û generalan re gotiye, keştiyê noq bikin, lê ji ewle bin ku kes ziyanê nebîne.

Çavkaniyeke din a leşkerî jî gotiye, piştî generalan noqkirina keştiyê red kiriye, Erdogan vê carê jî xwestiye balafireke Yunan bê xistin û behs hatiye kirin ku pîlotê balafirê dikare xwe bi qoltixê pekandinê rizgar bike.

 

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin