“Dibe ku vê carê DAIŞ bi hêztir vegere”

Netewên Yekgirtî hişyariyê dide ku egereke mezin heye careke din rêxistina DAIŞê vegere, lê vê carê wê ji berê jî bi hêztir be. Netewên Yekgirtî daxwaz ji civaka navdewletî dike, hevahengiya wan hebe ji rûberûbûna girûpên radîkal.

Netewên Yekgirtî hişyariyê dide ku egereke mezin heye careke din rêxistina DAIŞê vegere, lê vê carê wê ji berî bihêztir be. Netewên Yekgirtî daxwaz ji civaka navdewletî dike, hevahengiya wan hebe ji rûberûbûna girûpên radîkal.

 

Kêmtir ji du salan berdewam nekir, DAIŞ careke din tirs û lerz û nîgeranî xiste nava Civaka Navdewletî, bi taybetî aliyê rojavayê cîhanê.

 

Di raporekê de Netewên Yekgirtî dibêje, niha girûpên feşartî yên DAIŞê mijûlê wê yekê ne ku careke din xwerêkbixin, û şaştiyên xwe yên di demên derbasbûyî de derbasbikin. Yekeyeke Îstixbarata Îraqê jî dibêje, DAIŞê hejmareke çekdarên xwe veguhestine Sûdanê, û hinek kes jî di nav Îranê de rêk xistine.

 

Neteweyên Yekgirtî hişyariyê derbarê dûbarekirina rabûna DAIŞê dide û dibêje: DAIŞ hin bi hin dest bi dûbarekirina rêkxistina xwe kiriye, da ku bibe torek nihên û veşartî.

 

Wek amadekariyê, derbarê derketineke nû ya DAIŞê, bo nav meydana navdewletî, Neteweyên Yekgirtî hişyariyê dide û dibêje, “meha hingivîn a aramiya cîhanê ya nebûna êrîşên kujende zêde berdewam nake û dibe ku heta dawiya sala 2019an, pêleke nû ji êrîşên tundrew li seranserî cîhanê biqewime.”

 

Zanyariyên ku li ber destên saziyên istixbaratî yên navdewletî hene, behsa wê yekê dikin, ku bêhtirî 30 hezar alîgirên DAIŞê hene, ku berê pêwendiyên wan ligel wê rêxistinê hebûn û hêj beşekî zêde ji wan mane û egera aktîvkirina çalakiyan jî, di rojevê de heye.

 

Efxanistan û Sûriye, du cihên sereke ne ku tê pêşbînîkirin, DAIŞ li wan di zûtirîn dem de, careke din dirust bibe.

 

Şaneya Suqûr, ku yek ji saziyên istixbarata Iraqê ye, behsa çûna xwe ya bidizî, bo nav rêzên DAIŞê dike û ragihandiye, rêxistina DAIŞê beşek ji çekdarên xwe veguhestine Sûdanê û kesekî ji Îranê rêzên wan rêk xistine.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da