Di ser kuştina Apê Mûsa re 33 sal derbas bûn

.

Îro 33 sal di ser kuştina Mûsa Anter (Apê Mûsa) re derbas bûn.

Apê Mûsa 20ê Îlona 1992yan li kolana 442yemîn a taxa Seyrantepeyê ya Amedê hatibû kuştin.

Apê Mûsa her sal li cihê ku lê hatibû kuştin û li gundê wî Sitilîlê bi merasîman tê bibîranîn.

Partiyên siyasî û kesayetên ji Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîman dibin û gulan datînin cihê ku Apê Mûsa lê hatibû kuştin.

Mûsa Anter kî ye?

Mûsa Anter sala 1920î li gundê Sitilîlê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Sala 1944an bi Ayşe Hale Zapsuyê re zewicî ku keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmî Hekarî (Zapsu) bû. Rehmî Hekarî jî zavayê malbata Bedirxaniyan bû.

Sê zarokên Mûsa û Hale Anterê yên bi navên Anter, Rahşan û Dîcle hene.

Mûsa Anter sala 1943yan di avakirina “Dîcle Talebe Yurdu” de cih girt û di salên 1960-70yî de rojnameyên wekî “Dîcle'nin Kaynağı” û “Îlerî Yurt” derxistin.

Ew her wiha yek ji damezirînerên Navenda Çanda Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû.

Mûsa Anter ji ber nivîsa xwe ya bi navê "Qimil" hat darizandin û di her sê derbeyên leşkerî yên Tirkiyeyê de ji ber nivîs û daxuyaniyên xwe hat girtin.

Apê Mûsa 20ê Îlona 1992yan li Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hat kuştin.

Pirtûka wî ya bi navê “Bîranînên Min” ji aliyê Mihemed Izedîn ve li Soraniyê (Kurmanciya Jêr) hatiye wergerandin.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn