DI SALVEGERA 60 SALÎYA PDKT DE PARADÎGMAYA NETEWEYÎ

.

Zinar Soran

Berî niha bi 60 salan, li Diyarbekirê di 11 tirmeha 1965an de Partîya ”Demoqrata Kurdistana Tirkî (PDKT)” ji alîyê 5 welatperwer û rewşenbîrên kurd ve hate damezrandin. Ev di tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de destpêka qonaxeke nû bû. Bi vê munasebetê, ez dixwazim hinek aghadarî û kurteanalîzekê li ser PDKTyê biweşînim. Teva ku 60 sal berê PDKT hatîye avakirin, îro jî gelek daxwazên wê yên siyasî, neteweyî, aborî û kulturî dikare weke beşekî daxwazên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê bêne parastin.

I. DAMEZIRANDINA PDKT

“Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) di 11ê tîrmeha 1965an de, li bajarê Diyarbekirê û bi awakî veşartî (îllegal) hate damezrandin. Di destpêkê de, Av. Faiq Bucak ne di nav endamên damezrîner de bû. Partî ji aliyê Seîd Elçî, Ömer Turhan, Derwşê Sado, Şakir Epozdemir û Av. Ş. Elçî hatibû damezrandin. Seîd Elçî weke serok, Av. Şerafeddîn Elçî weke sekreter û Şakir Epozdemir weke muhasib, Derweşê Sado û Emer Turhan jî weke endamên damezrêner hatibûn hilbijartin.

Lê dûre ji bo razîkirina Av. Faiq Bucak katibê Şêx Seîd Fehmî Bîlal, du caran dihere Rihayê cem Faiq Bucak û wî ji bo endametiya damezrîner razî dike. Destûr û programa PDKTyê bi pêşniyarên Faiq Bucak û lêzêdekirina pêşgotinê, awayê xwe yê dawî digre û ew jî beşdarî nav endamên damezrîner dibe. Piştî beşdarîya Av. Faiq Bucak, Seîd Elçi ji serektiya Partiyê istifa dike û Faiq Bucak weke serek tê hildibijartin; Şerafedîn Elçî jî ji sekeretriya Partiyê istifa dike û Seid Elçi weke sekreterê PDKTyê tê hilbijartin.

Destûr û programa PDKTyê bi hevdure hatîye amade kirin û bi kurdî hatiye nivîsandin. Di vê destûr û programê de, nasnav û wezîfeyên hîmdar û damezrênerên PDKTyê weha hatiye nivîsandin:

Serek: Zinar, Sekreter: Pêşmergê Welat, Mûhasîb: Evîndarê Welat, Aza: Dûrnas, Aza: Jîrek, Aza: Bendeê Welat

Nasnavê ”Zinar” yê Faîq Bucak, ”Pêşmergê Welat” yê Seîd Elçî, ”Evîndarê Welat” yê Şakir Epozdemir, ”Dûrnas” yê Şerafeddîn Elçî, ”Jîrek” yê Derwêşê Sado û ”Bendeyê Welat” jî yê Emer Turan e.

Di biryargirtina damezrandina PDKTyê de, roleke taybetî ya Fehmî Bilal (Fırat) çêbûye. Fehmîyê Bilal katibê Şêx Seîd bû. Ew yextiyarîya xwe dike sedem û nakeve nav hîmdarên Partiyê. Di dema amadekarîya damezrandina PDKT de pêwendî bi gelek siyasetmedarên Kurdistana Sûriyê re jî yên weke Nureddîn Zaza, Cegerxwîn û Mecîdê Haco hatîye danîn û nerîn û pêşniyarên wan jî hatine girtin.

Piştî ku her pênc heval biryar didin ku partîyek siyasî, Kurdistanî ya îllegal ava bikin, ew di ser rêya Kurdistana Başûrêrojava re, destûr û programa Partiya Demokrat ya Kurdistana Başûr û ya PDK Suriyeyê didin anîn. Jîrek erebî baş dizanîbû û wan destûr û programan ji erebî werdigerîne kurdî. Ew ji wan destûr û programan jî istifade dikin û li gor mercên Tirkiyeyê destûr û programa PDKTyê bi kurdî amade dikin. Seîd Elçî, Şerafeddîn Elçî, Derwêşê Sado, Şakir Epozdemir û Emer Turhan li ser program û esasê rêxistinê li hev dikin û di 11ê tîrmeha 1965an de, li Diyarbekirê li bexçeyê Koşka Gazî sond dixwin û “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) didamezrînin. Seîd Elçi weke serok, Şerafeddîn Elçî weke sekreter û Şakir Epozdemir jî weke muhasib têne hilbijartin.

Hayên Faiq Bucak û Kemal Badillî ji damezrandina PDKTyê hebûn. Di amadekirina destûr û programê de alîkarîyên wan yên hêja çebûne. Kemal Badillî xebatên xwe yên li ser ziman û nehezkirina xwe ya ji siyasetê nîşan dide û endametîya damezrînerî qebûl nake. Faiq Bucak, bi karekter û nerînên xwe û bi rûmeta xwe ya di nav civata kurd de, ji bo lîdertîya Partîyê kesekî îdeal bû. Lê Faiq Bucak di destpêkê de diyar dike ku ew vê gavê ji bo xebata Partîyê ne amade ye û ji bo vê yekê jî daxwaza endametîya damezrîner ya Partiyê qebûl nake.

Piştî damezrandina Partiyê, damezrîner û hîmdarên Partiyê, du caran Fehmî Bilal dişînin Rihayê cem Faiq Bucak ku wî ji bona endametiya hîmdarîyê razî bike. Piştî wan hevdîtinan, Faiq Bucak vê daxwazê qebûl dike. Piştî Av. Faiq Bucak endametîya hîmdarîyê qebûl dike, sekreterê Partiyê Şerafeddîn Elçî dihere Rihayê û li mala Faiq Bucak li ser program û destûrê dixebitin. Li gor daxwaz û pêşneyarên Faiq Bucak guherandinên dawî têne kirin. “Pêşgotin” li wê derê dikeve pêşîya programê û bi vî awayî li ser program û destûrê li hevdu dikin.

Faîq Bucak di 21ê tebaxa 1965an de tê Diyarbekirê. Pênç damezrînerên PDKT û Av. Faîq Bucak li Otêla Turistikê dicivin. Ew li wêderê sûnd dixwe û beşdarî nav Partiyê dibe. Di wê civînê de, Seid Elçî ji seroktîya Partîyê îstifa dike û Faîq Bucak dikin Serokê Partiyê. Şerafeddîn Elçî jî ji sekreterîyê îstifa dike û Seît Elçî dibe Sekreterê Partiyê. Bi vî awayî damezrandina “Partiya Demoqrata Tirkiyê” awayê xwe yê dawî digre (1).

Têbinîyek balkêş e ku gava Av. Faîq Bucak li Otela Turistikê sond dixwe, beşdarî nav PDKT dibe û weke serokê Partiyê tê hilbijartin, seroka TIPê Behice Boran, Dr. Tarik Ziya Ekinci û Canip Yildirm li eynê otelê ji bo hevdîtinê li benda Av. Faiq Bucak bûn.

Di vê hevdîtinê de Behice Boran Av. Faîq Bucak dawetî nav TIPê dike û weha dibêje: ”cihê te divê li cem me be”. Faîq Bucak jî bersiva wê weha dide: ”Bê guman, lê bi şertekî. Hun pêşniyarên çareserkirina pirsa kurdî têxin programa xwe; hebûna kurad qebûl bikin û di programa xwe de bînin zimên; wê gavê cihê me hemûyan wê TIP be. Li ser vê bersîvê ruyê Behîce Boran tê guherandin û weha dibêje: ”Faîq beg, em dikarin pirsa kurdî têxin programa xwe, lê roja din wê partiyê bigrin”… (2)

PDKT li navendeke girîng ya siyasî li Diyarbekirê hatibû damezrandin. Programa xwe bi kurdî hatibû amade kirin. Kesên Partî damezrandibûn ji cihên cihê yên Kurdistanê dihatin. Yek ji Bîngolê, yek ji Swêregê, yek ji Kurtalanê, yek ji Eruhê û yek jî ji Baykanê bû. Du kes ji wan Avuqat, du kes muhasib û du kes jî memûr bûn.

Weke tê zanîn di wê demê de ji dervî Kurdistana Bakur li her sê beşên Kurdistanê partîyên bi nasnameya kurdî hatibûn ava kirin, lê Bakurê Kurdistanê ji partîyek weha bêpar bû. Loma jî di vî warî de jî damezrandina PDKT xwedî cihekî taybetî û dîrokî ye.

Di wê demê de, avakirina partiyek îllegal ya kurdî, ne ewqas hêsan bû; fedekarî û cesareteke gelek mezin jê re dixwest.

Şarefeddîn Elçi jî di serpêhatiyeke xwe de, li ser wê demê û hewldanek Saît Elçi weha dinivîse:

“Di dema damezrandina Partiyê de, Sait Elçî li Diyarbekirê pêşneyara avakirina Partiyê ji avûqatekî welatparêz û navdar (Av. Edîb Altûnakar ZS) re dibe. Avûqat vediceniqe û bi dijwarî li dij derdikeve û bi ser Sait Elçi radibe:

“Ma Seîd tu dîn bûyî, te hişê xwe wenda kiriye?”

Seîd Elçi bi awakî gelekî rehet û jixwebawer lê vedigerîne:

“Ez dîn nebûme, hişê min jî li serê min e. Ez sûnd dixum ku kesê mîna te nêzîkî vê pirsê nebin jî ezê li kûçeyên Diyarbekirê du hemalan bibînim û Partiyê ava bikim”.

Partî li ser bingehê hezkirinê hate ava kirin. Ne bîrûbaweriya ku xelkê bi kar bîne; nerîna ku xwe ji xelkê re feda bike hakîm bû” (3).

Gotinên Seîd Elçi bawerî, cesaret û qerartîya wan kesên ku dixwastin Partiyê ava bikin nîşan dida. Ew di zanebûna girîngî, bargiranî, tehlûke û zahmetîya vê meseleyê de bûn. Lê wan bawerîya xwe pê anîbûn ku divê êdî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê jî  bi nasnameya xwe ya neteweyî û bi rêxistina xwe ya serbixwe, dakeve qada têkoşînê û bi vî awayî xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî û demokratîk bidomîne.

Weha diyar dibe ku rewşenbîr û xwendekarên çep û sosyalîst yên kurdan, di wê dema damezrandina PDKTyê de, hîn xwe ji bona avakirina rêxistinek serbixwe ya Kurdistana Bakur amade nekiribûn. Li Tirkiyeyê di nav ronakbîr, xwendekar û ciwanan de çepitî, sosyalîzm û gotûbêjên li ser Marksîzm- Lenînîzmê gelekî populer û moda bû. Ev rewş li ser rewşenbîr û xwendekarên kurdan jî tesîrek berbiçav dikir. Gelekan ji wan bawer dikirin ku bi xebat û têkoşînek giştî ya di nav çepên tirkan de, wê pirs û pirsgirêkên gelê Kurd jî çareser bikin. Helwest û baweriyên veqetandina doza neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ji tevgera sosyalîst ya Tirkiyeyê û avakirina rêxistinek serbixwe, ji aliyên çepên tirkan ve bi neteweperestî dihate “gunehbar” kirin.

Di wê demê de, tevgera neteweyî ya Kurdistana Bakur zêde ne bi hêz bû û ne jî xwedîyê programek siyasî û rêxistineke serbixwe bû. Mercên damezrandina partiyeke eşkere ya kurdî tunebû û damezrandina rêxistineke veşartî jî ne ewqas hêsan bû. Tehlûke û rîskên wê yên mezin hebûn. Di vî warî de, tecrûbe û pêmayî jî gelekî kêm û hejar bûn. Hinek rewşenbîrên kurdan yên çep û sosyalîst di nav TİPê de dixebitîn û hinek xwendekarên çep yên kurdan jî di nav “Fikir Klüpleri Federsyoni” (Federasyona Klûbên Ramanî) ya tirkan de cih girtibûn û li pêşneyara damezrandina partiyek kurdî ya serbixwe germ nedinerîn. Di warê pirsa kurdî nerînên sosyalîst û çepên Tirkiyeyê yên wê demê jî bi kurtayî weha bûn:

“Gelê Kurd heye. Lê ev pirs, ne pirsa sosyalîst û şoreşgera ye. Bi îqtidareke sosyalîst, ev pirs jî wê çareser bibe. Ji ber vê yekê jî, ji bo avakirina sosyalîzmê divê em hemû mil bidin hevdu û bi hev re têbikoşin. Ji hev perçekirin û îdarekirin, siyaseteke emperyalîzmê ye. Ji bo ku em rûn li ser nanê emperyalîzmê nedin, divê em ji hev veneqetin û perçe nebin” (4).

Ji ber vê yekê jî PDKT bi însiyatîfa neteweperwerên kurdan hat ava kirin. Gelek rewşenbîr û xwendekarên kurd yên ku di dibistanên metrepolê de xwendibûn ya jî dixwendin, beşdarî nav PDKTyê nebûn. Lê rewşenbîrên ku di medreseyên olî de xwendibûn û gelek ji wan di mizgeftan de meletî dikirin, di birêvebirin, hûnandin û xebata Partiyê de roleke gelek girîng lîstin.

II. PROGRAM Û DESTÛRA PDKT

Damezrandina PDKTyê, di tevgera neteweyî ya Kurdistana Bakur de, xwediyê cihekî gelek girîng û taybetî ye. Bê ku em çalakî û xebatên “Civata Azadiya Kurd” û “Xoybûn”ê ji bîr bikin; bi damezrandina PDKTyê, tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê piştî demeke dûr û dirêj, gihaştîye programeke siyasî û rêxistineke serbixwe. Bîrûbawerîya pêwîstiya xebatek siyasî û rêxistinî, bi damezrandina PDKTyê ketîye jiyanê. Eger em bixawazin damezrandina PDKTyê û programa wê ya siyasî şîrove bikin; divê em zahmetiyên ji destpêkirinê dihatin, şert û mercên wê demê, têgihiştin û qonaxa ku şiyarbûna neteweyî gihaştibûyê, dûrçav nekin. Ne bi metodekî weha be, em dê nikaribin bi awakî objektîf girîngî, erênî û kêmasîyên bûyereke weha dîrokî rave bikin.

Program û destûra PDKTyê cihê-cihê nehatîye amade kirin. Bi pêşgotinê û 7 xalên pêşîn daxwaz û armancên Partiyê yên siyasî hatine diyar kirin; di bin sernivîsa “Honandina (Teşkîlata) Partiyê” jî hûnandin û prensîbên rêxistinê hatine nivîsandin. Tevayiyê vê program û destûrê ji 51 xalên esasî û 2 xalên muwaqet pêk hatiye. Ev destûr û program bi kurdî hatîye nivîsandin. Bi qasî ku tê zanîn, li Bakurê Kurdistanê ev, destûr û programa yekem e ku bi kurdî hatîye nivîsandin.

Programa partiyê ji aliyê sê huquknasan Av. Faiq Bucak, Kemal Badilî û Avuqatê stajiyer Şerafeddîn Elçî ve bi hurgulî di ber çavan re hatiye derbaskirin, da ku rojeke dawe bê vekirin, birêvebir û andamên Partîyê ne bi xala 125an, bi xala 141/4 an bêne mahkeme kirin.

Ji bona armanc, nerîn û perspektîfên PDKTyê nîşan dide, ez pêşgotin û 7 xalên pêşîn û 2 xalên muwaqet yên vê progrm û destûrê weke ku hatiye nivîsandin, li jêr dinivîsim:

PÊŞGOTIN

Milletê Kurd, milletekê tarîxî û kevn e. Ew xwehîyê medeniyet û dewlet bû. Ev rastîya dîrokî nayê veşartin.

Di jîna milletan de dewrên ketî û tarî hene. Van deman de carna millet hinda dibin, em di rûpelên tarîxa de wan milletan dibînin.

Bindestîya milletan ne hindabûn e, lewra hindabûn: Tarîxa millî, Ezînîya millî, Harsên millî û Zimanê zikmakî bîrvekirine. Milletê Kurd xwe hinda nekirîye û sitûnê wî yên millî di cîdane. Lewra milletê KURD DIJÎ.

Lê belê ev jîyan ne jiyanekî serfiraz û azayî ye.

Kurd, îro bindest in. Heqqên mirovanî û millî jê hatine sitandin. Daxwaza me: Milletê Kurd, wek milletên CÎHANÊ azad û serfiraz bî.

Ji bona pêkanîna ARMANCÊ:

(PARTIYA DEMOQRATA KURDISTANA TIRKÎYÊ) hatiye danîn. Xebata Partîyê, rexekî AŞTÎ, Demoqratî, Mirovanî û Komelayîtî dimeşe.

Partî, parastîyê “Mîsaqa Millî ye”. Lewra Partî bawerîyê bi yekîtî û birayîtî û hemberîya Kurd û Tirk’a tîne.

Partî, alîkarê hemî milletên êsîr e. Partî yekîtî û himberîya hemî milletan qebûl dike. Hevketina Milletan de aştî dixwaze û bawerîya Felsefî, DÎN’î û fikrî de, herkes aza û serbest digre.

Partî, bi “PEYMANA MILLETÊN YEKBÛYΔ ve, girêdayîye. Û bi her awayî xwînmêjîyê (sümürgeyîtîyê) naxwaze û red’dike.

Partî li alê nîzama HUQÛQÎ ye, lê belê di gaspa heqqên insanî û millî de, ber’rabûn û şûrkêşîyê nîşan dide.

PARTIYA DEMOQRATA KURDISTANA TIRKÎYÊ

(Mohra Partiyê; “P. D. KURDİSTAN T. *E.S*”)

Madda: 1- Navê Partîyê: “Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê”.

Madda: 2- Daxwaz û dozên PARTÎYÊ:

Partî, dixwaze li Cumhûrîyeta Tirkîyê`da, heqqên Siyasî, Îqtîsadî û Zanyarî (kültürel) ji milletê Kurd’ re bide naskirin.

Madda: 3- Ji bo pêkanîna van şertan:

a) Lazime di ANAYASA Tirkîyê de, bi cî bibe kû: “Dewleta Tirkîyê’yê ji Kurd û Tirk’a çêbûye û ev herdû MILLET di her awayî de wekhev in.”

b) Di Parlemana Tirkîyê de, li gora nifûsa xwe Kurd têne temsîl kirin û di HEY`ETA WEKÎLA de cî bistînin.

c) Tixûbên Kurdistana Tirkîyê bê kifşkirin û di axa Kurdistanê de tu mihacir neyên bi cî kirin. Navên gunda û bajarên Kurdan neyên guhartin û yên kû hatine guhartin jî, navên xwe yên kevin bistînin.

ç) Di herêmên Kurdistanê de, Walî, Serekên Îdarî, Edlî û giş memûr ji Kurdan çêbin. Tor û adetên Kurdan di qanûna de bi cî bibin.

d) Di Kurdistana Tirkîyê de, zarê resmî bi Kurdî bî.

e) Di Bîhîstanên Kurdîstanê de, xwendin bi zarê Kurdî bî, lê Tirkî jî bê hînkirin. Unuversîta Kurdistanê bê danîn. Xwendayên xizan ji aliyê dewletê ve bidine xwendin.

f) Li Kurdistanê de Radyo û Telewizyon bi zimanê Kurdî vebin.

g) Kitab, Kowar û Rojname bi zimanê Kurdî bên çapkirin.

h) Ji zanyarî (ilim) û îbadeta DÎNÎ re mela û ÎBADETXANEYÊN lazim bi destê dewletê, bê kêmayî bên pêkanîn.

Madda: 4- Partî dixwaze: Dewlet, azayî û serkeftin û pêşveçûna Kurdistanê, bi lez û bi ber’rî destpêbike.

JI BO PÊKANÎNA VA:

a) Ji gundîya re: Xanî, erd, tov û qirêdî pêk bîne. Çandin û firotina titûnê serbest bike.

b) Ji bo karker û cotker û pala re: Şuxul û kar peyda bike.

c) Ji esnaf û bezirgana re: Qirêdî zêde veke.

d) Bicîkirina koçeran li deşt û zozanan. Temînkirina çêrê û debarê ji terşê wan re.

Madda: 5- Çêkirina rê, sed, baraj, fabrîqe û sinetên giran û nexweşxanan.

Madda: 6- Petrol û meden bên derxistin û di welatê Kurdistanê de bê tasfiye kirin.

Madda: 7- Petrol û medenên li Kurdistanê dertên, lazime % 75 kara wan li Kurdistanê bê xerekirin.

Madde´ên Mûwaqqet:

Madda:1- Heta Civata Civîna Mezin, hemû wezîfe û selahîyetên Koma Navkom û Civîna Mezin di destê damezrandowan de ye.

Madda:2- Heta 5 sala yê kû Partî damezrandine, dikarin Civîna Mezin kom nekin.

(Kilîşeya “PARTÎ DEMOQRATÎ KURDISTAN TIRKIYE”)

SEREK           SEKRETER                        MUHASÎP

Zinar           Pêşmerg`ê Welat        Evîndar`ê Welat

AZA                    AZA                                  AZA

Dûrnas          Jîrek                              Bende`ê Welat

Li gorî pêşgotin û madeyên li jor jî hatiye diyar kirin, armanca Partiyê di nav sînorên “Mîsaqa Millî” de, bi riyeke “aşîtî, demokratî, mirovanî û komelayetî” bidestxistin û “naskirina mafên siyasî, aborî û kulturî yên neteweyê Kurd” bû. Gava mirov rewşa wê demê ya Tirkiyeyê û Kurdistanê dide ber çavan, bi nasmeya kurdî û navê Kurdistanê, bi daxwazên neteweyî û demokratîk û bi rêxistineke serbixwe ya kurdî derketina qada xebat û têkoşîna siyasî, gaveke gelekî girîng û dîrokî bû.

Ji agahdarîyê berevanîya Seîd Elçî ya doza Antalyayê diyar dibe ku berpirsîyarên PDKTyê difikirîn ku di pêşerojê de, gava rewş û merc bêne stewandin, ew weke partiyek eşkere û legal derkevin qada siyasî û bixebitin. Loma jî bi van daxwazên ku li gor berpirsiyarên Partiyê jî “mafên herî basît” bûn, derdikevin qada xebatê.

Ji bo pêkanîna armanca xwe, PDKTyê di warê xebat û têkoşînê de, du alternatîf daye pêşîya xwe. Di pêşgotinê de hatiye diyar kirin ku armanca Partîyê miletê Kurd jî weke miletê cihanê azad û serfiraz be. Partî dixwaze ku bi riyeke aşîtî, demokratîk û însanî mafên siyasî, aborî û kulturî yê milletê Kurd bê naskirin. Ew hevalbendê nîzama huqûqî ye; lê ji bo bidestxistina mafên neteweyî û mirovî yên gaspkirî jî tevgereke şoreşgerî û serhildanê alternatîf nîşan dide.

III. KUŞTINA SEROKÊ PARTIYÊ AV. FAİK BUCAK

Piştî damezrandina PDKTyê, komek însan bi evîndarîyek mezin dest bi xebatê dikin. Bîr û bawerîya pêwîstiya xebata siyasî û rêxistinî di nav gelê Kurd de roj bi roj bêtir belav dibe. PDKTyê di nav gel de, reh û rêçikên xwe berdide. Li gelek gund û bajarên Kurdistanê komikên Partîyê dihatin ava kirin. Partîyê bi taybetî di nav gundî, esnaf û memûran de piştgirî û sempatiyeke berbiçav digirt. Rewşenbîrên ku di medreseyên olî de xwendibûn ku gelek ji wan di mizgeftên gund û bajaran de meletî dikirin, di pêşketin, berfirehbûn û hûnandina Partiyê de roleke mezin dilîstin.

Karbidestên dewleta Tirkiyeyê ji vê pêşketin û berfirehîya Partîyê nerehet dibûn. Ji bona pêşiya vê pêşketinê bigrin, dest bi hazirî û planên taybetî kirin. Hedafa pêşî serokê Partîyê Av. Faiq Bucak bû. Îstiqbarata dewletê ji nakokî, berberî û dijîtiyên herêmî û eşîrî jî îstifade kir û li hemberî serokê PDKTyê Faîq Bucak, komployek amade kir. Di 4ê tîrmeha 1966an de, li benzînxaneyek nêzîkî “Karaköprü”yê kemînek li pêşiya serokê PDKTyê Av. Faîq Bucak danîn. Di vê erîşî de, Faiq Bucak ji lingê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Rihayê. Birîna Av. Faiq Bucak ne ya mirênê bû, lê karbidestên dewletê di nexweşxanê de jî dev ji wî bernedan û di 5ê tîrmehê de ew jî kete nav refên pakrewanên Kurdistanê.

Kuştina Av. Faiq Bucak derbeyeke gelek mezin li Partîyê xist. Ji bo partiyek weha ciwan, wendakirina serokekî weke Av. Faîq Bucak bêşansîyeke gelekî mezin bû. Di ser damezrandina Partîyê de, hîn salek derbas nebûbû. Partî, di qonaxa xwehûnandin û berfirehîyê de bû. Pêwîstiya wê bi beşdarîya rewşenbîr û kadirên din yên ku ji derveyî Partiyê mabûn hebû. Di vî warî de, yek ji wan kesên ku herî hêvî jê dihat kirin ku dikarîbû wan bikşîne nav Partiyê, Av. Faiq Bucak bû. Di wê demê û di wan şertan de, dagirtina dewsa serokekî weke Faiq Bucak ne hêsan bû. Piştî kuştina serokê Partiyê Av. Faiq Bucak, Komîteya Navendî ya PDKTyê dicive û biryarê digre ku cihê serokê Partîyê Faiq Bucak vala bihêlin. Seîd Elçi weke sekreterê partîyê lîdertîya partîyê bimeşîne.

IV. HINEK XEBATÊN PARTIYÊ Û ÇEND BÛYERÊN GIRÎNG

Piştî damezrandina PDKTyê, hîmdarên û endamên Partiyê dest bi hûnandina rêxistiniyê kirin. Rêxistinîya Partîyê, li gor destûrê bi awakî îlegal û li ser bingehê koman dihate hûnandin. Her endamê Partiyê nasnavekî wî hebû û divyabû tenê endamên koma xwe nas bikira. Bi rêya berpirsiyarên koman û şîfreyên taybetî, peywendîyên koman bi hevdu re dihate danîn. Partîyê di demeke kin de, li gelek bajar û gundên Kurdistanê komên xwe yên rêxistînî ava kir. Bi vî awayî; hem di warê şiyarbûna neteweyî de, hem jî di warê xebat, têgihiştantin û zanebûna rêxistinîyê de, di nav kurdên Bakurê Kurdistanê de jî pêşdiketineke berbiçav çêdibû.

Şakir Epözdemir di warê xebat û birêxistinkirina PDKT de weha dibêje:

”PDKT xwest ku xeteke azadîxwaz, demokrat û aştîxwaz derxîne holê.

Di nava salên 1965 û 1968an de, ji sê paran du beşên Kurdistana Turkiyê hunandin û teşkîlata Pariyê hate vê derceyê ku di Mitîngên 1967an de roleke girîng lîst û nehşît ku kurd ji maf û ramanên xwe yên neteweyî dûr bikevin; ber bi felsefe û bîr û baweriyên çewt ên berevacî ve herin.

PDKT bê ku çepên kurdan nerehet bikin, xebata xwe ya rêxistinî dimeşand. Di pêşandanên sala 1967an de, gava kurdayetî û daxwazên neteweyî yên kurdan derketin pêş, serokên TIPê pêşî şaş man, lê dûre ew jî mecbûr man ku şîar û sloganên xwe bugeherin. Partiyê tucarî dostaniya navbêna xwe û TIPê sist nekir; herweha bi xebat û endamên xwe piştgiriya DDKOyê kir.

Piştî damezrandina Partiyê bi salekê serokê PDKT Av. Faik Bucak tê şehîd kirin. Herweha ji endamên damêzrîner Av. Dûrnas dihere leşkeriyê û êdî nikarîbû beşdarî nav xebata rêxistiniyê bibe, Sekreterê Partiyê Sait Elçê jî di sala 1967an de tê surgûn kirin. Rêvebiriya Partiyê li ser milên çend kesan dimîne. Teva van bûyeran jî; PDKT di serî de li Diyarbekirê, Farqînê, Batmanê, Botanê, Sasûnê, Xerzan, Hezroyê, Baykanê, Bitlîsê, Wanê, Tatwanê, Sêrtê, Mûşê, Bulanixê, Liceyê, Patnosê, Siwêregê, Cizîrê, Nusêbînê, Qiziltepeyê û gelek deverên din di nav xelkê de belav dibe. Herweha li Ankara û Ewropayê jî nûnertiya xwe ava dike.

Têkilî bi Partiya Demokrat ya Suriyê re hate danîn û Ömer Turhan û çend hevalên xwe di sala 1967an de beşdarî kongreya PDKS dibin. Kongre biryarê dide ku piştgiriya PDKT bikin. Ji bo ku di warê birêxistinkirinê de alîkariya PDKT bike PDKS Reşîdê Hemo şand Kurdistana Bakur.

Gava dewleta Turkiyê dît ku PDKT di Mitîng û xwepêşandanên sala 1967an tesîreke berbiçav dike; di warê rêxistinî û belavbûna di nav xelkê de roj bi roj xurtir dibe, di 19 çileya pêşîn ya 1968an de operasyoneke mezin li ser PDKT hate çêkirin. Di eynî şevê de û li gelek deverên welêt berpirsiyar û endamên Partiyê hatin girtin” (5).

PDKTyê li gel xebata xwe ya îlegal, nedixwest ji xebata eşkere û demokratîk jî bê par bimîne. Li gor rewş û mercên wê demê, heta ji dest dihat, Partîyê dixwest di nav xebatên eşkere û demokratîk de jî cih bigre; rol û wezîfeyên ku di wî warî de bikeve ser milên wê bi cih bîne.

Di hilbijartina 1965an de, li cihên ku welatparêzî lê xurt û geş bû, Partiyê teşwîq kiriye ku welatparêzên kurd xwe weke namzetên serbixe nîşan bidin û piştgiriya wan kiriye. Li hinek deran jî alîkariya namzetên TİPê (Türkiye İşçi Partisi) yên kurd kiriye û di derxistina hinek parlamenterên ji wîlayetên Kurdistanê de, roleke taybetî lîstiye. Partiyê bi TİPê û hinek parlamenterên kurdan re têkiliyên germ û taybetî danîye. Di nav partiyên siyasî yên wê demê de, tenê TİPê di propoganadyên xwe de, bi hindikî û sergirtî be jî behsa “pirsa kurdî” dikir. TİPê, di çarçeweya kedxwarina karker û kedkarên Tirkiyeyê de feqîrî, perîşanî û kedxwarina karker, gundî û kedkarên kurdan jî aniye zimên. Ji ber vê helwestê, PDKTyê ji alîyekî xwestîye ku nêzîkayê bi TİPê re deyne; lê ji aliyê din jî, ji bona TİP di Kurdistanê de zêde cih negre, hemberîyek siyasî jî ji dest bernedaye.

Sekreterê Giştî Said Elçi, di axaftina xwe ya mitînga Sêweregê de, helwesta xwe ya li hemberî partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê weha aniye zimên:

“… Ez ne endamê tu partiyê me. Ez ne dost û ne jî dijminê tu partiyê me. Hûn kesên ku endamên gelek partiyan ne; pêşniyaz û rica min ji we, di nav tengasî û sofitiya partiyan de nemînin. Hûn endamên kîjan pariyê dibin bila bibin, gava menfaetên welatê we kete ortê, derdên xwe bi awakî eşkere bibêjin. Eger partiya we li derdên we xwedî dernekeve, bi ciwanmêrî îstifakirinê bizanibin. Kîjan partiya dibe bila bibe, hurmeta me ji wan re heye. Ew organên demokrasiyê ne… Partiyên ku li ser derd û kulên me ranewestin, tenê ji bona reyên me bigrin bên ber deriyên me, kîjan partiya dibe bila bibe, heta partiya we be jî, bizanibin wan biqewirînin, hîn bibin, ciwanmêr bin, li şexsiyeta xwe xwedî derkevin….” (6).

A- NÎJADPERESTIYA KOVARÊN “ÖTÜKEN” Û “MİLLİ YOL”Ê

Nîjadperestên tirkan ji vê şiyarbûna neteweyî ya kurdan û xebatên dihatin kirin gelekî nerehet dibûn. Wan vê nerehetî, nîjadperestî û dijîtiya xwe ya li hemberî miletê Kurd bi her wesîleyê dianîn zimên. Nihal Atsiz di kovara “Ötüken” de nivîsek tije neheqî, heqaret û çavsorî belav dike; İsmet Tüntürk jî di kovara “Milli Yol”ê de, tedbîr û operasyonên leşkerî yên Çolemergê (Hekarîyê) bi serê xwe têr netîtiye û daxwaz kiriye ku kirgizan ji Asya navîn bîne û di nav kurdên Çolemergê de, cîwar bikin.

Di tebaxa 1966an de, Mehmet Ali Aslan li Ankarayê bi navê “Yenî Akış” dest bi weşandina kovarekê dike. Kovar bi tirkî û kurdî dihate weşandin. Di hejmara pêşîn ya vê kovarê de, nivîseke İsmet Tümtürk ji kovara “Milli Yol” û nivîsek Nihal Atsız ji kovara “Ötüken”ê hatiye girtin û weşandin.

Xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan, li hemberî van weşanên nîjadperestî bêdeng neman. Ji çar aliyên Kurdistanê telgrafên protestoyê hatin şandin. 19 komeleyên xwendekaran yên ku li ser navên bajarên Kurdistanê hatibûn ava kirin, bi belavokeke hevbeş, ya bi sernivîsa ”Ji raya giştî re, kî kê diqewirîne? Fermo meydanê!” ew nivîs û bîr û baweriyên nîjadperestan protesto kirin.

Li gor hinek agahdariyên taybetî, di amadekirina vê belavoka hevbeş de, roleke taybetî ya hevalên Koma Azadiya Kurdistan(KAK)ê çêbûye. KAKê, bi hewldana vê belavokê, cara pêşîn bi tevgerî hebûna xwe daye hîs kirin. Vê belavokê li Kurdistanê dengekî mezin derxist û ji bo amadekirina Mitîngên 1967an bû bingehekî girîng (7).

B- MITÎNGÊN 1967 AN

Li Kurdistana Bakur, êdî qonaxeke nû dest pê kiribû. Ji hêlekê PDKTyê xebata xwe ya siyasî û rêxistinî pêş ve dibir; ji aliyê din jî xwendekar û rewşenbîrên li metropolê bûn di nav lêgerîn, gotûbêjeke germ de bûn. Xwendekar û rewşenbîrên kurdan yên ku di nav TİPê û komeleyên çep yên tirkan de dixebitin jî pirsa miletê Kurd bêtir dianîn rojevê. Di gotûbêjên li ser pirsa kurdî de, giranîyeke berbiçav nîşan didan û ew weke grûb derdiketin pêş. Teva hemû zilm û zordestîya dewletê, rewşenbîrên kurdan di warê weşanê de jî bê deng nediman. Heta ji dest dihat li ser pirsa kurdî, paşdehiştin û feqîriya li navçeyên Kurdistanê ku bi navçeya “Rojhilatê” û “Rojhilata Başûr” bi nav dikirin, radiwestiyan; zilm û zordestîya li wan deran û derd û êşa xelkê bêtir radixistin ber çavan. Ev xebat û hewldan, bi awakî giştî tesîrên pozitîf li ser şiyarbûna neteweyî û pêşketina tevgera kurdî dikirin.

Dengê şoreşa Kurdistana Iraqê jî di vî warî de tesîrên erênî dikir û hevî û moralê miletê Kurd geştir dikir. Dewleta Tirkiyeyê û nîjanperestên tirkan jî ji vê şiyarbûn û pêşketina tevgera kurdî gelekî nerehet dibûn. Ji ber vê yekê jî bi dijwarî êrîşî ser miletê Kurd, siyasetvan, nivîskar û welatparêzên wî dikirin.

Qedexekirina kovara “Yeni Akış”ê û girtina nivîskarên wê, antî propoganda û dijminatîya nîjadperest û faşîstên tirkan û nivîsên di kovarên “Ötüken” û “Milli Yol”ê de, tenê çend nimûneyên berbiçav yên wê zilm û zordestiya kolonyalistên tirk bûn.

Ev dijminatî û êrîşên li dijî miletê Kurd bû sedemê ku xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan jî bi awakî tevgerî xwe biparêzin û li hemberî van neheqî, êrîş, helwest û kiryaran bêdeng nemînin. Belavoka 19 komeleyên xwendekarên ji wîlayêtên Kurdistanê ya li dijî nivîsa nîjadperestê tirk Nihal Atsız û bi telgrafên ji çaraliyên Kurdistanê protestokirina wê zihniyetê bû mizgîna çalakiyên hevbeş yên miletê Kurd. Ew çalakî û hewldan, di amadekirina Mitîngên 1967an de, roleke taybetî lîstin.

“Mitîngên Rojhilat û Rojhilata Başûr” di 13. 08. 1967an bi Mitînga Silîvanê dest pê kir û bi Mitînga Ankarayê ya di 18.11.1967an jî dawî hat. Di nav wê demê de, heft mitîng hatin amade kirin. Ev mitîng berî damezrandina “Devrimci Doğu Kültür Ocakları-DDKO”yê hatibûn çêkirin.

Di dîroka nêzîk ya tevgera Kurdistana Bakur de, cihekî gelekî girîng û taybetî yên van mitîngan hene. Cara yekem bû ku kurdên Bakurê Kurdistanê bi vê berfirehiyê û ji herçar aliyên Kurdistanê beşdarî çalakî û tevgerek weha eşkere û demokratîk dibûn. Ev tevgereke muxalefetî ya girîng bû. Teva ku giranîya beşdaran ji rewşenbîr, gundiyên feqîr, karker û xwendekarên kurdan pêk dihat jî, ji her beşên civatê, ji her çîn û tebaqeyan însan beşdarî van mitîngan dibûn. Heta hinek xwedî erd û dewlemendên kurdan ku li derdorê weke axa û serokeşîr dihatin naskirin jî ya rast û rast beşdarî van mitîngan bûne ya jî bi name û telgrafan piştgiriya xwe dane diyar kirin. Ev jî dide diyar kirin ku ji her beşên civatê welatparêzên kurdan bi ruhekî neteweyî beşdarî vê xebat û çalakiyê bûne.

Di van mitîngan de, bi giranî li ser newekheviya Tirkiyeyê û “Rojhilatê û Rojhilata Başûr”, paşdehiştina heremên kurdan û sedemên vê yekê dihate rawestandin û daxwazên aborî, çêkirina dibistanan û rêyan, çareserkirina pirsên tendirûstî derdixistin pêş. Herweha di axaftinan de, li ser zilm û zordestîya li van herêman, nasnameya kurdî, sirgûna 55 axa û navdarên ji Kurdistanê û weşanên nîjadperestên tirkan, weke kovarên “Ötüken” û “Milli Yol”ê ku dijminatîya miletê Kurd dikirin, dihate rawestandin. Kesên di mitîngan de dipeyin, dixwestin ku bi mînakên weha taybetî û balkêş, bala miletê Kurd û raya giştî bikşîne ser pirs û pirsgirêkên ku hene.

Di van mitîngan de, hevalbendên PDKTyê û TİPê bi aktîfî cih girtine. Sekreterê PDKTyê Sait Elçî bi xwe di mitîngên Silîvan, Diyarbekir û Sêwrekê de axaftin kiriye. Herweha Serokê giştî yê TİPê Mehmet Ali Aybar û endamên komîteya birêvebir Behîce Boran û Tarık Ziya Ekinci jî beşdarî van mitîngan bûne û axaftin kirine. Di axaftinên ku di van mitîngan de dihate kirin de, bi awakî zelal derdiket holê ku di warê pirsa kurdî de, nerînên hinek endamên komiteyên amadekar yên mitîngan û welatparêzên din yên kurdan û yên berpirsiyarên TİPê ji hev cûda bûn.

V. OPERASYONA 1968AN Û MAHKEMEYA ANTALYAYÊ

PDKTyê bi beşdarî û çalakiyên xwe yên di van mitîngan de ji aliyekî hebûn û hêza xwe ya rêxistinî dida diyar kirin, têkiliyên xwe yên bi civata kurd re berfirehtir dikir û rêxistiniya xwe xurtir dikir. Ji bona ji tecrûbeyên xebata siyasî û rêxistînî ya PDK Suriyê îstifade bikin, PDKT daxwaza alîkariyê ji wan dike. PDK Suriyeyê ji kadirekî xwe yê bi nave Reşîdê Hemo dişîne Bakurê Kurdistanê. Bi alîkarî û pêşneyarên wî jî PDKT hewl dide ku xebata xwe ya rêxistinî û siyasî geştir û berfirehtir bike. Lê ji alîyê din jî xebat, hewildan û pêşketinên di nav PDKT bala karbidestên dewleta Tirkiyeyê bêtir dikşîne ser xwe.

Ji xwe pir derbas nebû, piştî Mitînga Ankarayê bi du mehan, di 19ê çileya paşîn a 1968an de li ser PDKTyê operasyonek taybetî dest pê kir. Teva 4 endamên damezrîner ên Partiyê 16 kes hatin girtin û mahkeme kirin (8).

Ev operasyon di jiyana PDKT de destpêka qonaxeke nû bû. Ev li ser rewş û helwesta xebata rêxistinî û siyasî ya Partiyê tesîreke taybetî dike. Di vê operasyonê de, mohr, program û destûr, nameya serokê PDKT Av. Faik Bucak ku ji Serok Mustafa Barzanî re şandibû, belgeya nunertiya Ewropayê ya ji Îsmet Şerîf Wanlî re hatibû şandin, belavokên Partiyê û hinek belegeyên din hemû ketibûn destê dewletê (9).

Pirsiyarîya polîs li Diyarbekirê dest pê kir. Ji îfadeyên girtiyan tê zanîn ku polîsan gelek eziyet, îşkence, heqaret û tehdît li wan kirine. Di vî warî de Şakir Epözdemir weha dinivîse:

“Ew fedaiyên zihniyeta hov ku daxwazên me yên ku di zimanê zanyariyê de “Mafên herî basît” tê bi nav kirin, pir dibînin û dikin-nakin nikarin gotinên Kurd û Kurdistanê di hundirê xwe de qebûl bikin, em şev nivê şevê girtin û ber bi hedefên nediyar de birin. Her awayên îşkenceyê, tirs, fort û zirtên li dîjî mirovatiyê li me kirin. Bi rojan em di îşkencexanan de û 13 mehan jî di nav dîwarên qalind yên zînadanan de pelçiqandin. Weke ku ev têrê nedikir, wezîrê karê hundir Faruk Sükan bi daxuyaniyên resmî û di kursiya Meclîsa Neteweyê Mezin ya Tirkiyeyê de, em cûdaparêz da îlan kir…” (10).

Teva ku pirsiyariya polîs li Diyarbekirê dest pê kir û kesên hatibûn girtin ji wîlayetên Sêrtê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Bîngolê, Bitlîsê, Mûşê bûn jî Hakimê Pirsiyariyê yê Diyarbekirê doza Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê, Ömer Turhan û hevalên wî, li gor xala 14/2an ya CMUKê  û bi sedemê “parastina ewleyiyê” neqlî Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê kir. Li gor îdeanameya vê mahkemeyê, ev kesên navên wan li jêr, li gor bandên 141/ 4 û 173/ 3an yên Qanûna Cezayê ya Tirk hatin mahkeme kirin.

Şakir Epözdemir di vê derheqê de weha dinivîse:

“Di 19 çileya pêşîn de MITê (Teşkîlata Îstiqbaratê ya Tirkiyeyê) em xistin pirsiyariyê. Pênc rojan em îşkence kirin û 70 rojî jî li zîndana Amedê hiştin Xov kete dilê dewletê. Mahkemeya me rakirin Antalyayê. Wan nikarîbûn me li mahkemeyên Amedê mahkeme bikirina. Me Kurd û Kurdistan vekirî diparast û me dê biparasta. Ev helwesta me dikarîbû Diyarbekir rakira ser lingan. Piştî 8 mehên me li Anyalyayê temam bûn, em derxistin Mehkemeya Ceza Giran….”

“Serokê mahkemeyê di daneşîna vekirî ya mahkemeyê de ji min pirsî:

“Te ji bo desthilatdariya çînekî ya li ser çînên din rêxistinek ava kiriye?

Min bersîva serokê mahkemê weha da:

“Ezbenî, ew cihê ku hun weke Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bi nav dikin, Kurdistan e. Li wan deran Kurd cîwar in. Ev program, programek li ser pirsên kurdan e. Ev partî ji bo mafên doza mafên kurdan hatiye ava kirin (11).

Navên kesên li Antalyayê dihatin mahkeme kirin ev bûn:

1- Ömer Turhan: Di 15.8.1936an de li wîlayeta Sêrtê, qeza Erûhê, gundê “Dih”ê  hatiye dunyê û  muhasibê Pansiyona Zarokan ya Diyarbekirê ye.

2- Mehmet Şakir Epözdemir: Di 3.4.1938an de, li wîlayeta Sêrtê, qeza Baykanê, gundê “Dilektepe”yê hatiye dunyê û li Diyarbekirê memûrê telgirafa ye.

3- Şefik İşi: Di 12.3.1331ê de li wîlayeta Diyarbekirê, qeza Liceyê, gundê “Hanyat”ê hatiye dunyê û karker e.

4- Mehmet Sadık Gül: Di 1.1.1948an de li wîlayeta Sêrtê, gundê “Koçpınar”ê hatiye dunyê û rêcber e.

5- Abdurrahman Ucaman: Di 1.1.1934an de li wîlayeta Diyarbekirê, qeza Xanê li nifûsê qeydkirî ye û teknîsenê radiyoyê ye.

6- Şemsettin Arıtıcı: Di sala 1934an  de li wîlayeta Diyarbekirê li nifûsê qeydkirî ye û terzîtiyê dike.

7- Nezir Aydın: Di sala 1335an de li wîlayeta Mêrdînê, qeza Stewrê li nifûsê qeydkirî ye û li Kızıltepeyê dikandariyê dike.

8- Şükrü Alpergin: Di sala 1927an de, li wîlayeta Mêrdînê, qeza Nisêbînê, gundê Talatê hatiye dunyê û  li Nisêbînê xwediyê otêla Başak Palasê ye.

9- Sait Elçi: Di sala 1341ê de li wîlayeta Bîngolê, gundê Zeynebê hatiye dunyê û li Diyarbekirê muhasibê serbet e.

10- Derviş Akgül: Di 6.9.1938an de li wîlayeta Sêrtê, qeza Kurtalanê, gundê “Ayinkasir”ê hatitiye dunyê û li Batmanê di Petrol Ofisê de memûr e.

11- Zübeyir Yıldırım: Di 1.1.1933an de li wîlayeta Mêrdînê, qeza Nisêbînê, gundê Çalê hatiye dunyê û cotkarî ye.

12- Musa Sağnıç: di sala 1341ê de li wîlayeta Bitlîsê, qeza Tatvanê li nifûsê qeydkirî ye û  fabrîqeya daran dixebitîne.

13- Mehmet Ali Güneş: Di 5.6.1938an de li wîlayeta Bitlîsê, qeza Tatvanê, gundê Reşadiyê Herabiyê Cesûr li nifûsê qeyd kiriye û elektirîkvan e.

14- Alettin Laçin: Di 11.5.1927an de li wîlayeta Mêrdînê, qeza Kızıltepeyê, Xursanavê li nifûsê qeydkirî ye û karker e.

15- Saracettin Ünlü: Di 15.11.1933an de, li wîlayeta Mûşê, qeza Bulanixê, gundê “Gümüşpınar”ê li nifûsê qeydkirî ye. Li Patnosê rûdinê û bi tîcaretê mijûl dibe.

16- Mehmet İskan Azizoğlu: Di 16.7.1939an de li wîlayeta Diyarbekirê, qeza Silîvanê li nifûsê qeydkirî ye û cotkarî ye (12).

Ji zebta Dadgeha Antalya ya Cezayê Giran (Esas no: 1968/ 235, Karar No: 1971/ 81, C.M.U. No: 1968/420) tê zanîn ku ji wan 16 kesan, tenê du kesan rast û rast li PDKTyê xwedî derketine; program û destûra wê di mahkemeyê de parastine. Weha diyar dibe ku ji bona ew kesên din cezayê nexwin, ev rê hatiye hilbijartin. Lê ji biryara dadgerên mahkemeyê eşkere dibe ku ji destpêkê cezayên van kesan li wan hatibûn birîn û bi îdeayên bêbingeh ew kesên din hatin ceza kirin. Di vê zepta biryara dadgehê de, bi kurtayî îfade û berevaniyên wan 16 kesan hatiye nivîsandin. Lê weha diyar dibe ku ew ne tevayiya îfade û berevaniyên wan e. Ji bona rewşa wê demê ya siyasî û helwestên dadgehê raxînim ber çavan, ez dê ji vê zebta dadgehê çend perçe nivîsan binivîsim:

Îzaha Şakir Epözdemir: (Zebta Dadgehê, r. 3-4)

“Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ya sala 1965an ji bona pêşketina Rojhilatê û pêşvebirina ferdî û civakî, xizmetek nîşan nedida. Li gor dîrokê, navçeya rojhilatê ku ji berê de kurd li ser dijîn, weke Kurdistan tê zanîn; ji kesên li wê derê cîwar in jî Kurd tê gotin. Gelek paşde manin. Mafên wan bû ku ew jî weke mirova û bi awakî pêşketî bijiyana. Bi vê bîrûbaweriya esasî, em bi rê ketin û me biryar da ku rêxistinekê bi navê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê ava bikin. Pêşengê vê bîrûbaweriyê awûqatê ku hate kuştin Faik Bucakoğlu bû. Vî mirovî prensîbên bingehîn yên destûrê, naveroka wê, awayên bi karanîna wê û wê kengî têxe jiyanê bi dûr û dirêjî îzah kir. Me lê guhdarî kir û xwend. Mebesta me, tirk û kurd bi biratî dest bidin hevdu û navçeya Rojhilatê bipêşxînin. Em li dora vê armancê civiyan. Îro jî, di nav tirk û kurdan de newalên gelekî kûr û bêbinî hene. Yanî newalên kûr yên newekheviyê hene. Me xwest ku em bi hevdu re vê valayê dagrin. Tu bîrûbawerî û tevgereke me ya ku me xistiye jiyanê tuneye.

Mebesta min ji newekheviya kûr û bêbinî ya di nav tirk û kurdan de, di warê aborî de bêbalansiya nav herêman e. Newekheviya kulturî, di maneya ku li dibistanan hakîmkirin û xwendina zimanê kurdî de ye. Destûr ne xerabxwaz e, li gor qanûna bimgehîn ya tirk e. Ji bona pêşketina xwe, me dest avêt vê riyê. Li Tirkiyê, li hemberî Rojhilatê helwest û zîhniyeteke şaş heye. Bi gotinek hîn zelaltir, di hukûmetên wan de, esasê devjêberdan û îhmalkirina Rojhilatê heye.

Kesên li vir dijîn, bi riya rewşenbîrên xwe serî li hukûmetên demê dan, lê pêwîstiyên ku divyabûn bihatan kirin, nehatin kirin. Piştî şoreşa 27ê Gulanê şiyarbûnek çêbû. Ewladên wê derê xwe spartin qanûna bingehîn ya 1961ê û dest pê kirin ku xwe biparêzin û pêşve bibin. Ji bona hevwelatiyên me yên ku li Rojhilatê rûdinên nekevin bin tesîrên ku  ji derve tên, ev partî hate damezrandin…….”

Îzaha Sait Elçi: (Zebta Dadgehê, r. 6-7)

“Tirkiye ji destpêka damezrandina xwe ve, xwediyê civateke etnîk e. Di nav de çerkez, ereb û kurd hene. Beşê mezin ji nîjada tirkan pêk tê. Ew bûn sedemên avakirina ji nav xirbeyê Împaratoriya Osmanî, damezrandina Tirkiyeyek ciwan. Di vê avakirinê de afirandin û fedekariyên weke hev hene. Zarokên welatên tirk, mebest çi dibe bila bibe, bi tu awayî ji hevdu nayên veqetandin.

Destên alîkariyê dirêjê kesên ku li Rojhilatê rûniştine nebûye û li gor vê mafên pêwîst û jiyanek pêwîst ji wan re nehatiye nas kirin. Ne nexweşxaneyek me ya bi hacet û pergalên pêwîst xemilandî, ne fabrîqeyek me, ne jî dezgehên me yên civakî û aborî hene; nehatine avakirin û yên avakirî jî naxebitin.

Ev cihêtî û kêmketina ku peywendiyên kulturî yên pêwîst neafirandin, em êşandin; lê em li hemberî welatê xwe nekirin dijmin. Hemû partiyên ku hene û hukûmetên wan, beriya werin ser hukum gotin ku em dê derdên Rojhilatê çareser bikin û tiştên pêwîst bikin. Gel ji wan bawer kir, lê vala derket. Ev, hêviya me şikenand. Em mecbûr man ku li çareya serê xwe bigerin. Amadekirina nîzamnameyê, ji vê bîrûbaweriyê derdikeve. Kurdistaneke serbixwe armanc nehatiye girtin. Mirovên birçî û tazî nikarin dewletan damezrînin. Gelek nivîskaran li dijî me nivîsîn û nerînên xwe empoze kirin.

Tevgera me ne li gor benda 141/ 4an ya Qanûna Cezayê ya Tirk e. Ev qanûn, ji qanûna faşîst ya Îtalyayê ya benda 270yî hatiye girtin. Bi ruh dişibe wê. Nerîn, bawerî û fikir nayên mahkûm kirin. Di nîzamnameyê de, fikir, bawerî û nerînên me hatine diyar kirin; rewşeke fiîlî tuneye. Ev nabe sûc jî.

Sedemên ku em derxistinin hemberî mahkemeyê ne bîrûbaweriyên cihêkirinê ne, berevaciyê vê bîrûbaweriyên hevgirtin û civandinê ne. Heger di radyoyên tirk de, li gor adetên kurdan muzîka wan bê weşandin, wê hukûmeta tirk tu tiştekî wenda neke. Ne curmê muzîkê û ne jî mahkemeya wê heye. Ev, zewqeke manewî ye. Mirov bi fesadiyên derve (Rusya û Erebîstan) û tesîra dewletên din nayê xapandin. Weşanên weke “tirk li we mêze nakin, we pêşve nabin” ne di wê hêza ku me ji Tirkiyeyê veqetîne de ne. Ji bona ku em vî mafê xwe biparêzin û ji berpirsiyarên xwe yên mezin re diyar bikin, em ketin vê riyê. Tu kurdekî ku li dijî welatê xwe casûsî nekiriye…”

Teva ku wan kesên din xwe li endametiya PDKTyê nekirine xwedî û hemû îdeayên ku ji bo wan dihatin gotin qebûl nedikirin jî dadgerên mahkemeyê weha digot:

“Niha, em berevaniyên maznunên ku hatine tespît kirin, îfadeyên şahidan, program û destûra Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê û delîlên din bidin ber çavan, em dê bigihêjin vê encamê. Jixwe, gava em destûr û programa Partiya Demokrat şîrove bikin, baweriya ku hemû  maznun tewanbar in derdikeve holê”.

Em ji zeptên mahkemeyê dizanin ku ji derveyî Sait Elçi û Şakir Epözdemir tu kesekî din endametiya PDKTyê qebûl nekiriye û destûr û programa wê jî neparstîye. Lê teva vê yekê jî dadgerên mahkemeyê hemû kesên hatine girtin li gor destûr û programê PDKTyê tewanbar dike û cezayê dide wan. Dadgêr piştî van gotinan, li ser pêşgotina destûr û programa PDKTyê radiweste û li gor dilên xwe şîrove dike. Ew ji bona mohrên partiyê jî weha dibêjin:

“Herweha, gava mirov li ser van mohran hûr raweste, ev rewş derdikeve holê; li ser mohrekê nivîsa (P.O.Kürdistan T.E.S), li ser remzên din jî nivîsa (Parti Demokrat Kürdistan Türkiye) hene. Ji vêya ev mane derdikeve: Gava Kurdistaneke serbixwe pêkbihata, wê ev mohr bihata bi kar anîn”.

Dadgerên mahkemeya ji gotina hebûna miletê Kurd jî gelekî aciz dibe û ew jî weke îdeolojiya dewleta Tirkiyeyê ya kolonyakîst û nîjadperest vê rastiyê înkar dikin:

“Qabîleyên ku li Anadoluyê cîwar bûnin, ji şaxên eşîrên tirkan hatine. Tenê hinek cûr şax û navên cihê girtine, kok û eslê wan yek in. Milletekî bi navê Kurd tuneye. Ew ji şaxê tûranî yê nîjadê Tirk in. Lê cih ya jî cihên ku ew lê cîwar bûne, di bin tesîra ecem û ereban de mane û di zimanê wan de guherandin çêbûye. Ev tesîr, urf û adetên wan û awayê jiyana wan ji kokê de xerab nekiriye. Ev urf û adetan, eynê urf û adetên tirkan ne…”

Bi vê helwesta nîjadperest û kolonyalîst, dadgerên mahkemeyê diyar dikirin ku divê her şazdeh kes jî bi delaleta benda 64an ya Qanûna Cezayê ya Tirk û li gor benda 141/ 4an bêne ceza kirin. Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê di 5ê nîsana 1971ê de, ji bona 15 kesan sê sal cezayê giran û li gor aynê qanûnê benda 173 fikra dawîn jî sê sal cezayê surgûnê; ji bo Sait Elçi jî çar sal cezayê giran û çar sal cezayê sirgûnê da.

VI. DI DOZA PDKT DE DU BEREVANÎYÊN SIYASÎ

Di doza PDKTyê ya li Antalyayê de, du wesîqeyên girîng jî berevanîyên siyasî yên Şakir Epozdemir û Seîd Elçî ne. Berevanîya Seîd Elçî di 21.10.1969an de, ji “Serokatiya Mehkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” hatiye pêşkêş kirin. Ev berevanî ji 17 rûpelên A4 pêk hatîye. Berevaniya Şakir Epozdemir di 25.11.1969an de, bi awakî teahutkirî ji “Mehkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” re hatiye şandin. Ev berevanîya ji 31 rûpelên A4 yên daktîloyê pêk hatiye. Berevanîya Seîd Elçî li gorî berevanîyê Şakir Epozdemir kintir e û di warê zimanê siyasî de jî nermtir e.

Ew herdu berevanî li gor şert û mercên wê demê du belgeyên gelek girîn û taybetî ne. Di dîroka nêzîk ya Bakurê Kurdistanê de, cara pêşîn bû ku mehkemeyên dewleta Tirkîyeyê li hemberî doza partîyek kurdî, destûr û programa wê ya daxwazên miletê Kurd rû bi rû dibû. Herweha siyasetmedarên kurd jî cara pêşîn bû ku bi program û destûrek siyasî derdiketin hemberî mahkemeyên dewleta Tirkîyeyê. Piranîya girtîyên ji dozê PDKTyê dihatin mehkeme kirin, berî niha derneketibûn hemberî heyta mehkemeyekê û di vî warî de ne xwedîyê tecrûbe bûn.

a) Berevaniya Seîd Elçî ya doza PDKT

Seîd Elçî berevanîya xwe ya siyasî, di 21.10.1969an de pêşkêşî  “Serokatîya Mehkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” dike. Ew di destpêka berevanîya xwe de diyar dike ku “ev doz, ne dozek cezayê ya ji rêzê ye. Ev doz, dozek gelekî girîng ya 13 milyon kurd e ku tevaya jiyana Tirkîyeyê eleqeder dike…”

Seîd Elçî bi kurtayî bingehê berevanîya xwe li dijî îdeayên dozgerê mahkemeyê ku “miletekî bi navê Kurd tuneye”, “PDKT partiyek îlegal e, ev partî ji bo perçekirina axa dewleta Tirkîyeyê û damezrandina dewletek serbixwe ya Kurdistanê hatiye ava kirin”, dihûne. Bê ku ew di nav hûrgiliyê mijaran keve, ew bi kurtayî li ser hebûna miletê Kurd;  pêvajoya pêwendiyên kurdan ji dema Osmanîyan ve heta Komara Turkîyeyê, mafdarîya serhildanên kurdan, zilm û zordarîya li ser miletê Kurd, ziman, kultur û awayê jîyana wî radiweste û weha didomîne:

“Miletê Kurd, xwedîyê dîrokeke kevn e û ji berê de niştecîyê li ser vî erdî ye ku niha jî li ser dîjî. Li vê derê gelek medenîyek ava kirîye û di pêşketina medenîyeta dinyayê de alîkarî kiriye. Îro jî xwedîyê hemû taybetmendî û wesfên ku ji bo hebûna miletekî pêwîst e. Bi riza dilê xwe bi tirkan re bûne yek û vê daxwaza xwe di 1517an de, bi riya Îdrîsê Bidlîsî û bi şertên ku xwebixwebûna xwe biparêzin bi peymanakê girêdaye…”

“Di dema belavbûna Împeratorîya Osmanîyan de, teva ku bi peymana Sevrê mafê dewletek serbixwe ji bo kurdan hate naskirin jî kurdan ev nexwestîye û ji bo parastina yekitiya millî beşdarî şerê rizgarîyê bûne…

Ji ber vê yekê, xercê pêşî yê avakirina ciwan ya Komara Tirkîyeyê kurdan avêtiye…. Weke ku tê dîtin, teva ku kurd xwedîyê hemû îmkanan bû jî nexwestine ku ji tirkan veqetin, her gav yekitî û bihevreyî parastine. Lê mixabin, hergav ew bûnin qurbanîyê van niyetên xwe yên paqij…”

Tevger û serhildanên ji ber birêvebirîya xerab, bûn sedêmên kuştina bi sedhezaran kurdan. Bi taybetî, gelek ewladên masûm ku surgûnî berrîya Konyayê û wîlayetên rojavayê hatin kirin, ji ber şertên xwezayê û sefaletê jiyana xwe ji dest dan… Ne tevgera Şex Seîd û ne jî ya Dersimê, tu eleqeya wan bi kevneperestî û paşverûtîyê re tunene. Ew li dijderkitinên bi heq û rewa ne ku xelkê xwestine li dijî birevebirîya xerab, rûmet û şexsîyeta xwe biparêzin. Mirov nikare wan bi awakî dikin mahkum û gunehbar bike…”

Piştî van tesbîtan, Seîd Elçî di berevanîya xwe de, li ser zilm û zoradrîya dema hukumetên CHP, Partîya Demokrat, bûyera 49an û surgûna 55 serokeşîr, malmezin û navdarên kurdan radiweste û dixwaze wan bi çend numûneyên pratîk raxîne ber çevan. Ev li ser siyaseta dewletê ya req û dijwar jî weha dinivîse:

“Fetwayên desthilatdarîyê û bîr û bawerîyên wê yên di derheqê Rojhilatê ew qas tûj û dijwar in, ne mumkine ku mirov pê nekene:

a) Miletekî bi navê Kurd tuneye. Hemû tirk in.

b) Tirkîkirina navên kurdî yên gund û navçeyan..

c) Qedexekirina axaftina bi kurdî.

d) Astengkirina guhdarîkirina radiyoyên bi weşanên kurdî û qedexekirina pîlaqên kurdî.

e) Bi cudaxwazîyê tewanbarîya Mitîngên Rojhilatê ku paşdemayîna herêma Rojhilatê dihanîn zimên; bi komunîzmê tewanbarkirina beşdarên van mitîngan.

Ev e, formula çareserkirina pirsên siyasî ya desthilata me ya biaqil. Helal be ji desthilatek weha re!

Hakimên birêz,

Ger bi nezanî yan jî bi zanebûn be, rewşa heta niha hatiye meşandin, ne di xêra Tirkîyeyê de ye. Pirsên millî yên xelkekî bi zilm û cezayan nikarin bihne çareser kirin. Ev rewş di her warî de zerarê dide jiyana Tirkîyeyê. Di sedsala me de, bê ku em pirsên millî bizanibin, rewşa stratejîk ya Rohilatanavîn nedin ber çavan, neqebûlkirina pirsa kurdî, ne riya çareserîyê ye. Bi gotina ku “kurd tune ye”, kurd ji holê ranabe. Metodên zordarî nikare vê pirsê çareser bike. Xelkê Rojhilatê şiyar dibe, hebûna xwe diqîre. Ji bo bihîstina vê qêrînê û pêşeroja dahatûya Tirkyeya mezin neyê xerab kirin, dest bi amadekarîya damizrandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîye hate kirin.

Ez dê programa Partiya Demkrata Kurdista Tirkîyê ku di sala 1965an de ji alîye hiqûqnasê mezin û welatparêz, ji avuqatên buroya Ruhayê FAIQ BUCAK hatiye nivîsandin, di hizûra mehkemeya bilind de şîrove bikim. Berî ez dest bi şîroveyê bikin, ez dixwazim diyar bikim ku eger hevalê min Av. Faik Bucak di sala 1966an de di encamê suiqastekê nehatiba qurbanî kirin, partî wê bi awakî eşkere dest bi xebatên xwe bikira. Lê mixabin kuştina serokê partîyê bû sedemê ev xebat bihê rawestandin.

Di pêşgotina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê de û bi taybetî paragrafa di binê sernivîsa ji bona pêkanîna armancê de, bawerîyên welatperwerî yên partîyê ku bi qanûna esasî lihevkirî ne, radixîne ber çavan. Ez wê pragrafê weke ku hatiye nivîsandin dixwînim:

`Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîye hatiye danîn. Berî her tiştî, xebata partîyê wê li ser xeta aştî, demokratî, mirovanî û komelayî bimeşe. Partî, parastîyê “Mîsaqa Millî” ye. Lewra Partî bawerîyê bi yekîtî û biratî dihne û cihêtîyê naxîne navbêna kurd û tirkan.

Partî alîgirê nîzama hiqûqî ye, lê gava mafên wî yên insanî û millî xesp bibin, serhildan û şoreşê armanc digre`.

Tevgerek siyasî ku xwedîyê bîr û bawerîyên weha zelel û hê nehatiye damezrandin, çawa dikare weke rêxistineke îlegal bê qebûl kirin. Herweha zîndankirina xwedîyên bawerîyek weha, bi demokrasîyê li hevûdu nake.

Piştî pêşkêşkirina 4 xalên bingehîn yên programa PDKTyê, Seîd Elçî dubare dike ku di vê rewşê de û bi van nerîn û armancan divê Partiya Demokrata Kurdistanê weke rêxistinek îlegal neyê qebûl kirin û parastina wan bîr û bawerêyan weke tewan neyên dîtin. Ji ber ku ew ne li dijî mafên bingehîn yên qanûna esasî ne. Lê teva vê yekê jî bi salan e ku herêma Rojhilat wek kolonîyekê tê birvebirin û ji bo ku em dibêjin “divê ev herêm ji vê rewşê bê rizgar kirin”, em tewanbar dibin.

Ji bervanîya Seîd Elçî diyar dibe ku ew naxwaze berevanîyek berfireh bide. Bi taybetî piştî hevdîdinên wî û Dr. Seîd Kirmizitoprak û lihevhatina wan ya li ser “projeya perwerde û amadekirina kadiran li Başûrê Kurdistanê û avakirina rêxistinek hevbeş, nûjen û fireh” ew dixwaze heta mimkun be, bi cezayekî sivik ji vê mahkemeyê xelas bibin û rojek berî rojekê ji hepsê derkevin da ku dest bi amadekarîya vê projeyê bike. Herweha ew naxawze heval û endamên partîyê yên ji vê dozê dihatin mahkemekirin jî rastûrast li partîyê xwedî derkevin da ku cezayên giran li wan neyên birîn. Ji xwe gava em li îfadeyên îdeanameya doza PDKT ya Antalyayê dinerin, em dibînin ku ji derveyî Seîd Elçî û Şakir Epozdemir, kesên din li Partîye xwedî derneketine û endametî û têkilîyên xwe yên bi partîyê re înkar kirine. Seîd Elçî jî li gorî wê çerçeweyê  tevdigere û di bervanîya xwe de weha dibêje:

“Di amdekarîya damezrandina partîyê de, serokê partîyê Faiq Bucak, ez, Şakir Epozdemir û Emer Turan hazir bibûn. Ji derveyî vana, hayê kesekî din ji amadekarîya damezrandina partîyê tuneye. Piştî kuştina lîderê partîyê, di vî warî de tu tevger nehatiye kirin….PDKT ne cudaxwaz e û ne jî bi dû avakirina Kurdistanek serbixwe de ye. Armanca wê tenê ew e ku ji bo xelkê li rojava dijê, pêkanîna jiyaneke mirovî ye… Milet û dîrok wê biryar bide ku di vê dozê de em biheq û mafdar in…” (13)

b) Berevaniya Şakir Epozdemir ya doza PDKT

Di doza PDKTyê ya li Antalyayê de, wesîqeyeke herî gîrîg jî berevaniya siyasî ya Şakir Epözdemîr e. Şakir Epözdemir di destpêka vê berevaniyê de, wê weke “berevanîya doza miletê Kurd ya bo jiyaneke mirovî ” dide diyar kirin. Ew vê berevaniya siyasî ya dîrokî di 25ê çeleya pêşîn ya 1969an de, bi awakî taahutkirî ji Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê re dişîne. Ev berevaniya, ji 31 rûpelên daktîloyê pêk hatiye. Şakir Epözdemir, bi gotinên Mahatma Gandî yên ku li hember dadgerên mahkemeya Îngilîzan gotibû, dest bi berevaniya xwe dike:

“Ez berevaniya Miletê Kurd ya ji bo doza jiyaneke mirovî, bi van gotinên pir vekirî ku divê mirov li ser bifikire yên Mahatma Gandîyê ku li hemberî zilmê bê ku zorê bikarbîne heta dawiyê di ber xwe da, li dijî hemû şer û pevçûnan bû, berxwedana pasîfî û hezkirina mirovî ji mirovatiyê re mîras hişt, şervanên bêçek ku li rûyê dadgêrên kolonyalîstên Îngilîzan digot ku `gelo, gava li hemû girtîgehên Hindistanê cih nemîne, ev têkoşîna me ya mirovî û huqûqî wê dîsa sûc bê hesibandin?` dest pê dikim”.

Şakir Epözdemîr piştî vê destpêkê dide diyar kirin ku divê berî bi derengî keve, li ser vê pirsa ku Mahatma Gandî ji dadgerên kolonyalîstên Îngilîzan pirsîbû, baş bê fikirandin. Ji bo menfaetên Tirkiyeyê jî ev kêsek e û divê ev kês neyê revandin:

“Gelo roja bi milyonan kurdên ku ji mafên aborî, kulturî, siyasî û civakî bêpar hatine hiştin, ji dewsa vê zincîra bindestiyê heta dawiyê di stuyên xwe de hilgirin, ji bo weke mirovan bijî, bi kêfxweşî zîndanan tercîh bikin û hemû zîndanên Tirkiyeyê bi şeref û serbilindî dagrin; wê gavê jî ev nîzamnameya Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKTyê) ya di destên we de ye ku  li gor mafên mirov daxwazên me yên maf û azadiyê armanc girtiye û di nav prensîbên “Misak-ı Milli” de, mafên wekhevî û biratiya tirk û kurdan dixwaze, wê sûç bê hesibandin?….”

Di rastiya xwe de, hêja ye ku mirov bi dûr û dirêjî li ser vê berevaniya dîrokî raweste û rave bike. Lê ev bi xwe jî dikare bibe mijarê lêkolîneke taybetî û pirtûkekê. Loma jî, ji bona ku çarçeweya vê berevaniyê bi awakî pir kurt be jî raxînim ber çavan, ez dê çend perçenivîsan ji wê li jêr binivîsim:

“Birêz dadgêr, ceza ku hûn bidin çi dibin bila bibin, em jê natirsin. Em vê netirsiyê û cesaretê ji maf digrin. Tesadufan em dernexistine hemberî we. Bûyera ku em derxistine ser kursiya bersûcdariyê, hebûna rastyiyên dîrokî yên gelê min yê mezlûm e. Ji bona ku bûyerên dîrokî ez anîmem vêderê, ez jî xwe berpirsiyar dibînim ku rastiyan weke wan bibêjim…”

“Em, bi îdeaya damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê û pêkanîna çalakkiyan li hemberî we ne. Di destê we de, nîzannameya partiyê heye. îdeaya we ev ku me “Cemyeteke îllegal” damezrandiye. Em vê îdeaya we ji bo lehzakê qebûl bikin jî armancên me yên bingehîn ku di destûr û programê de cih girtine, ji ber ku pir însanî ne, ma ev nade îspat kirn ku di xebat û çalakiyên me yên îllegal de dahî, em ne “cûdaxwaz” in?…”

Li ser daxwazên partiyê yên mutewazî, operasyona PDKTyê, eziyet, îşkence û neheqiyên karbidestên dewleta Tirkiyê, zihniyeta kolonyalîst û neînsanî jî, Şakir Epözdemir weha dinivîse:

“Di nav sînorên “Misak-ı Milli” de parastina mafên siyasî- aborî û kulturî yên neteweyê Kurd, ji bona ku di ronahiya qanûna bingehîn ya Komara Tirkiyeyê û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov de pêkanîna van mafên xwezayî û daxwaza nivîsandina hebûna me ya neteweyî di eynê qanûna bingehînî de, bi tu awayî ne cûdaxwazî ye. Berevaciyê vê, pêdiviya hevgirtin û biratiyê ye.

Fedayiyên zihniyeta ku Kurd û Kurdistan kirine tabû û dikin nakin nikarin qebûl bikin, ev daxwaza me ku di zimanê zanistiyê de bi `Mafên Herî Basît` têne bibîranîn, pir dîtin; em di reşayiya şevê de girtin û ber bi îstiqameteke nenas de birin. Her awayên fort, çavsorî û îşkenceyên ne layiqî însaniyetê li me kirin. Em bi rojan di hucreyên reş û tarî de hiştin. Sêzdeh mehan, di nav dîwarên qalind yên zîndanên de eziyet bi me kirin….”

“Erê, ez Kurd im… Û di çarçeweya armancên bingehîn yên nîzamnameya PDKTyê de jî neteweperwer im… Ji bona rawestandina li hemberî zilm û zoradariya siyasî, aborî û kulturî ku di her warî de li miletê min bûne û hîn jî dibin, tenê yek rê heye, ew jî neteweperwerî ye. Ez di vê baweriyê de me ku riya ku em weke netewe li ser linga bimînin, hebûna xwe ya neteweyî bidomînîn, tenê Têgîhîştina Neteweyî ye. Ji ber vê yekê jî, ez neteweperwer im…”

Dadgerên mahkemeyê dizanîbûn, bi van armanc û daxwazên ku di nîzamnameya PDKTyê de hene, ew nikarin cezayên zêde giran bidin ew kesên hatibûn girtin. Loma jî wan dixwastin ku kesên girtî bi îdeayên “Kurdistaneke Serbixwe” ya jî “Komara Federal ya Kurdistanê” ceza bikin. Lê, ev daxwazan di destûr û programa PDKTyê de tunebûn. Ji ber vê yekê jî dadgerên mahkemeyê “Nameya Vekirî” ya parlementerê berê yê Diyarbekirê Mustefa Remzî Bucak ku di sala 1965an de ji serokwezîrê wê demê İsmet İnönü re şandibû, weke delîl qebûl dikir. Li ser daxwazên “Komara Serbixwe ya Kurdistanê” û “Komara Federal ya Kurdistanê” Şakir Epözdemir weha dinîvîse:

“Xwendekarekî ku dibistana destpêkê xwendibe û programa partiya me analîz kiribe, wê bibêne ku program daxwaza “dewleteke serbixwe ya jî federal” nayine; heta “otonomî”yê, yanî îdareyek xwebixwe dahî nayine…”

“Gava ku em dibêjin, em îro komarek serbixwe ya Kurdistanê nafikirin, nayê vê manê ku em dê heta dawiyê di bin pençê zilm û zordestiyeke girand de bimînin…”

Ez ne li dijî sîstema federalî me. Miletên ku çarenivîsa xwe kirine yek, di nav sîstemeke demokratîk de, bi rejîmeke wekhev û azad, ji bona heta dawiyê bi hevdu re bijîn, şiklên komarên federal alternatîfa herî munasib û hevdem e. Gelek dewletên mezin û piçûk yên dunyayê şahidên vê yekê ne. Lê, ji ber ku ez kesekî ji program û felsefeya PDKTyê bawer dikim, ez naxwazim ji çarçeweya programa wê derkevim. Gava hûn vê programê analîz bikin, hûn dê bibînin ku daxwazên me ji mafên siyasî, aborî û kulturî pêk hatine.

Mafên siyasî: Di parlamentoyê de, li gor hejmara nifûsa me mafên temsîlê ye.

Mafên kulturî: Bi zimanê xwe yê zikmakî xwendin, li Kurdistanê vekirina dibistanên pêwîst, di perwerdekirinê de pêkanîna mafên wekhevî û dawîlêanîna sîstema perwerdekirina asîmlasyonê ne.

Mafên aborî: Rakirina newekheviya nav herêman e. Ji bona ku Kurdistanê ji paşdehiştinê rizgar bike û gelê Kurd ji sefaletê xelas bike.

Ev daxwazan, dikevin nav sînorên “Mafê Herî Basît yê Mirov”. Daxwazkirina van mafên demokratîk û têkoşîna ji bo van mafên xwezayî, ne hew wezîfeya rewşenbîrên kurdan e; ev wezîfe, di eynê wextê de dikeve ser milên rewşenbîrên tirkan jî”.

“Sebebê esasî yê ku ez derxistime huzûra we, rastiya Kurdî ye ku ev 46 sal in ji aliyên hukûmetên cumhûriyetê ve, hatiya înkar kirin û nehatiye pejirandin… Ez dê van tiştan hemûyan bidim ber çavan, rastiyan weke ku hene bibêjim û hewl bidim ku kêmaniyên heta niha hatine kirin û tên kirin, nekim. Di dewsa ez bibêjim `Rojhilat û Rojhilata başûr`, ez dê navê dîrokî û cografî yê vî welatî ku bi yek gotinê tê îfade kirin, Kurdistanê bi kar bînim. Di dewsa ez bibêjim hevwelatiyê tirk, ez gotinên hevwelatiyên Tirkiyeyê ya jî gelê Kurd, neteweyê Kurd rastir dibînim.

Çawaku navê rastî yê cografya Kurdistanê ne `Rojhilat û Rojhilatabaşûr` e û divê em bibijin Kurdistana Tirkiyê, ji neteweyê Kurd jî divê em bibêjin neteweyê Kurd…”

Şakir Epözdemir, ji dadgerên mahkemeyê re diyar dike ku ew evîndarê serxwebûn û azadiyê ye. Gotina edaletê jî muqades dizane. Sedemekî ku piraniya gelê Kurd ji qanûna bingehîn ya 1961ê re gotine erê jî ev bû ku wê mahkemeyên serbixwe têketina jiyanê. Me digot qey mahkemeyên serbixwe hene û ew dê êdî li gor daxwazên hukûmet û îktidarên siyasî nemeşin. Loma jî, teva hemû israrên MİTê min tu îfade nedaye wan û di derheqê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê weha gotiye: “Eşyayên ku li otêla Mûşê hatiye girtin yên min in. Ez ê îfadeya xwe li mahkemeyê bidim”. Bi dû re jî, ew li ser eziyet, bêqanûnî û hovitiya karbidestên dewletê weha didomîne:

“Mixabin ji îfadeya Dadgêrê Komararê yê Diyarbekirê diyar dibe ku bi destûra wî em pênc şevan di hucreyên nenas de hatin hiştin… Teva ku divyabû em di nav çar hefteyan derketina huzûra mahkemeyê, ev dem heyşt meh kişand. Ji bona ku di warê aborî de me biêşîne, me ji malbat û hogirên me dûr bixîne, herweha bi armanca ku me ji awûqatên kurd yên ku wê bê pere em biparastana bi dûr bixîne û bi behaneya “ewlekariya gelemperî” piştî rêwîtiyeke tam 36 seetan, em ji Diyarbekirê anîn Antalyayê… Li Tirkiyeyê ev 46 sal in ku nexweşiya fobiya kurdî heye. Ev fobiya hestên kevneperest û şovenîst, di serî de biryarên xwe dane… Li gor benda hênartinê divyabû em zêdeyî 8 mehan girtî nemana, ev dem 13 meh ajot….”

Şakir Epözdemir, bi awakî dûr û dirêj li ser politika dewleta Tirkiyeyê ya ji bo Kurdistanê, bi zanebûn paşdehiştina Kurdistanê, feqîrî û perîşaniya gelê Kurd, belavnekirina erdê li gundiyan, guherandina navên gund û herêman, zilm, zordarî û bêedaletiya dewletê ya  li ser gel, radiweste; bi gelek mîsal û mînakên balkêş û jîndar vê rewşê şîrove dike û rewşa Kurdistanê ya kolonî bi awakî pir zelal radixîne ber çavan:

“Gotinê hevwelatiyekî Ruhayî ku di sala 1933an de û yê kalekî gundî ku di sala1966an de gotibûn, gelekî ramandar in;`heta ku Kurd negihêjin nasnemeya xwe, wê ev rewşê eynê berdewam bike û her ku herê wê xerbtir bibe`… Li ser wan  mîsalên ku min li jor dan, em careka din bifikirin. Ewqas mînak nîşan didin ku li Kurdistanê tenê tabela hatiye guherandin û hukûmetên Cumhûriyetê di çarçeweya Turkiyê de, çavê xwe ji hebûna koloniyekê re girtine. We divê em ji vê re bibêjin Koloniya Sergirtî, we divê em bibêjin Nîvkolonî û we divê jî em bibêjin Koloniya Îndîrek. Tam 46 sal in ku Kurdistan weke Koloniya Tirkiyeyê ye. Heta û heta, gelek metodên hov û neînsanî ku li koloniyan dahî nehatine bikaranîn, iro li Kurdistana Tirkiyeyê hene û tê bikar anîn…”

Şakir Epözdemir bi dû re li ser hinek bûyerên dîrokî, neheqî û bêbextiya li gelê Kurd hatiye kirin jî radiweste, bendên nîzamnameya Partiya Demokrat ya Kurdistanê şîrove dike û wan diparêze. Ew, vê berevaniya xwe ya siyasî bi van gotinan dawî tîne:

“Hêza hov, dikare bi qasî ku dema hakîmyeta xwe bidomîne, dom dike. Serketin hergav wê ya maf û mafdar be.

Em ji demokrasiyê û azadiyê bawer dikin; ew demokrasiya ku sînorên xwe her roj firehtir dike. Ev xala ku bi neheqî layiqî me tê dîtin, wê rojekê êdî derbas nebe û di pratîkê de nekeve jiyanê.

Teva hemû encam, asteng, tehlûke û zordariyên ku ji min re werin, tevgera neteweyê kurd ya însanî û aştî wê neyê rawestandin û em ê dev ji mafên xwe yên neteweyî bernedin. Hebûna bingehê beşerê, li ser vî prensîbê ehlakî ye.

“Hêviya me ne programa mirinê, programa jiyanê ye. Em bi xwe bawerin ku em ê bi ser kevin….” (14).

Di Doza PDKT ya Antalyayê de 16 kes dihatin mahkeme kirin. Teva ku 14 kesan ji wan, di mehkemeyê de xwedî li partîyê derneketin û endametîya partiyê qebûl nekirin jî Dadgeha Cezayê Giran ya Antalya`yê di 5ê nîsana 1971ê de, ji bona 15 kesan sê sal cezayê giran û sê sal cezayê surgûnê; ji bo Seîd Elçi jî çar sal cezayê giran û çar sal cezayê sirgûnê da.

VII. DAXWAZÊN SIYASÎ YÊN PDKT Û PARADÎGMAYA NETEWEYÎ

Di salvegera 60 salîya PDKTyê de, ez dixwazim bi kurtayî li ser paradîgma û daxwazên neteweyî yên wê demê û îro rawestim. Di vê rewşa Tirkîye û Bakurê Kurdistanê de; bi taybetî di vê pêvajoya “Tirkîyeya Bêteror” ya ku bi berdevkîya Devlet Bahçelî ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve tê birêvebirin de; herweha bi vê paradîgmaya Abdulah Ocalan ya li ser esasê înkarkirina mafên statuxawazî û kulturî yên miletê Kurd, ango bi gotina wî “Netew-dewletên cuda, federasyon, xweserîya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibib bersîv”; giringîya analîza paradigma û daxwazên siyasî, aborî û kulturî yên Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) yên 60 sal berê bêtir derdikeve pêş.

Teva şert û mercên 60 sal berê PDKT, Kurdistanê weke welatekî tarîxî û kevnar e û kurdan jî weke miletekî serbixwe pênase dike. Paradîgmaya PDKT ango daxwaz, awayê fikir û ramanên wê yên siyasî, li ser bingehê doz û daxawza mafên neteweyî yên siyasî, aborî û kulturî hatine avakirin. Şakir Epozdemir di berevanîya xwe de diyar dike ku “ev daxwazan, dikevin nav sînorên `Mafê Herî Basît yê Mirov`. Daxwazkirina van mafên demokratîk û têkoşîna ji bo van mafên xwezayî, ne hew wezîfeya rewşenbîrên kurdan e; ev wezîfe, di eynî wextê de dikeve ser milên rewşenbîrên tirkan jî”.

Bi xetên qalid, PDKT xwedîyê pradîgma û perspektifek neteweyî û kurdistanî ye. Em vê paradîgmayê di program û berevanîyên siyasî yên Seîd Elçî û Şakir Epozdemir yên doza Antalyayê de bi awakî zelal dibînin.

Di programa PDKT de li ser têgeha miletê Kurd, bindestîya wî, daxwaza diyarkirina sînorên Kurdistana Tirkîyeyê, awayê birêvebirina îdarî ya Kurdistanê, mafên siyasî, aborî û kulturî, perwerdeya bi zimanê kurdî, awayê derxistin û dabeşkirina petrol û madenên Kurdistanê bi zelalî hatiye rawestandin. Ji bo em wêneyek giştî ya vê paradîgmayê raxînin ber çavan, ez dixwazim hinek beşên programê weke hatiye nivîsandin dubare bikim:

Miletê Kurd, miletekî tarîxî û kevn e. Ew xwedîyê medenîyet û dewlet bû. Ev rastîya dîrokê nayê veşatin. Lê Kurd îro bindest in. Heqên wan yên mirovanî û millî jê hatine stendin. Bindestîya milletan ne hindabûn e, lewra hindabûn: Tarîxa millî, Ezînîya millî, Harsên millî û Zimanê zikmakî bîrvekirin e. Milletê Kurd xwe hinda nekirîye û sitûnê wî yên millî di cîdane. Lewra milletê KURD DIJΔ.

Daxwaz û dozên PDKT:

Partî, dixwaze li Cumhûrîyeta Tirkîyê da, heqqên Siyasî, Îqtîsadî û Zanyarî (kulturel) ji milletê Kurd’ re bê naskirin.

Ji bo pêkanîna van şertan:

a) Lazime di ANAYASA Tirkîyê de, bi cî bibe ku “Dewleta Tirkîyêyê ji Kurd û Tirkan pêkhatîye û ev herdû MILLET di her awayî de wekhev in.

b) Di Parlemana Tirkîyê de, ligora nifûsa xwe Kurd bêne temsîl kirin û di Heyeta Wekîlan de cî bistînin.

c) Tixûbên Kurdistana Tirkîyê bê kifşkirin û di axa Kurdistanê de tû mihacir neyên bi cî kirin. Navên gund û bajarên Kurdan neyên guhartin û yên kû hatine guhartin jî, navên xwe yên kevin bistînin.

ç) Di herêmên Kurdistanê de, Walî, Serekên Îdarî, Edlî û giş memûr ji Kurdan bin. Tor û adetên Kurdan di qanûnan de bi cî bibin.

d) Di Kurdistana Tirkîyê de, zimanê resmî bi Kurdî be.

e) Di dîbîstanên Kurdîstanê de, xwendin bi zimanê Kurdî be, lê Tirkî jî bê hînkirin. Unîversîta Kurdistanê bê danîn. Xwendayên xizan ji aliyê dewletê ve bidine xwendin.

f) Li Kurdistanê de Radyo û Telewizyon bi zimanê Kurdî vebin.

g) Kitab, kowar û rojname bi zimanê Kurdî bên çapkirin.

h) Ji zanyarî (ilim) û îbadeta DÎNÎ re mela û ÎBADETXANEYÊN lazim bi destê dewletê, bê kêmayî bên pêkanîn.

Madda: 6- Petrol û meden bên derxistin û di welatê Kurdistanê de bê tasfiye kirin.

Madda: 7- Petrol û medenên li Kurdistanê dertên, lazime % 75 kara wan li Kurdistanê bê xerekirin.

Di wê dema ku PDKT bi wan nerîn û daxwazên xwe yên neteweyî, siyasî, aborî û kulturî li Bakurê Kurdistanê hate damezrandin û daket qada siyasî; gelek rewşenbîr, xwendekar û  sîyasetmedarên çep û sosyasîst yên kurdan hîn xwe ji bona avakirina rêxistinek serbixwe ya Bakurê Kurdistanê amade nekiribûn. Li Tirkiyeyê di nava rewşenbîr, xwendekar û ciwanan de çepgirî, sosyalîzm û gotûbêjên li ser Marksîzm- Lenînîzmê gelekî populer û moda bû. Ev rewş li ser rewşenbîr û xwendekarên kurdan jî tesîrek berbiçav dikir. Gelekan ji wan bawer dikirin ku bi xebat û têkoşînek giştî ya di nav çepên tirkan de û bi avakirina sosyaîzê li Tirkîyeyê, dê pirs û pirsgirêkên gelê Kurd jî çareser bibin.

Di wê dema de, canbazanên siyasî yên çepên tirkan bi têza ”Şoreşa Milî ya Demokratîk”, hewil didan ku tevgera çep ya tirkan bi ”neteweperestîya tirk, ango Kemalîzmê” ve entegre bikin. Di heman demê de, wan hewl didan ku ”neteweperwerîya kurdan weke rastgirî, paşverû û gunehkar” destnîşan bikin û bi vî awayî tevgera kurdên çepgir jî entegreyî dewletê û  Kemalîzmê bikin. Loma jî helwest û bîrûbawerîyên welatparêzên kurdan yên veqetandina tevgera neteweyî ya Kurdistanê ji tevgera sosyalîst ya Tirkiyeyê û avakirina rêxistinek serbixwe ya li ser esasê doz û daxwazên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê ji aliyên çepên tirkan ve bi ”neteweperestî” dihate gunehbar kirin.

Gava em îro li rewşa Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê dinerin, bi awakî din weke ku ew rewş dubare dibe: Ma gelo paradîgmaya “netew-dewletên cuda, federasyon, xweserîya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibib bersîv”, ne hewildana entegrasyon û kedîkirina miletê Kurd bi dewleta Tirkîyeyê ve ye?

Eger “netewedewlet bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade” ji bo çi hûn li dijî netewe-dewleta tirk, ereb û farisan dernakevin ku Kurdistan dagir kirine û di nav xwe de dabeş kirine? Ma “netewe-dewlet” ji bo tirkan, ereban û farisan adet e, lê ji bo kurdan qebhet e?

Eger “netewedewlet bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade”, ji bo çi îro li Cîhanê 212 dewlet hene. Gelek ji van dewletan, nifûsa wan ji milyonekê kêmtir in. Weke nimûne Qetar, Keweyt, Bahreyn, Emîratên Yekbûyê yên Ereban; Luxembûrg, Qibris, Malta, Moldovya, Luxembûrg û hwd. Ji van dewletan 193 dewlet endamên Yekitîya Neteweyan in û li ser qedera bûyer û geşepêdanên dinyê; herweha li ser çarenivîsa miletê Kurd û Kurdistanê jî biryaran didin. Miletê Kurd zêdeyî 50 milyon nifûsa wî heye, lê ew ne xwedîyê dewletek serbixwe ye; ew di di Yekitiya Neteweyan de nayê temsîl kirin û mafê wî yê dengdanê tuneye. Gelo, gava li Cîhanê ewqas dewlet hebin û gelek ji wan nifûsa wan kêmî milyonekê bin, ji bo çi mafên dewletbûnê ji bo miletê Kurd û kurdistanêyan “bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade”?

“Eger dewleta we tunebe, hûn dê nikaribin goristanên xwe jî biparêzin” (15)

Pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, di eslê xwe de pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd e, pirsa dewletbûnê ye; ev dikare dewletek federal, konfederal an jî serbixwe be. Ango pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsa rizgarkirina welatekî dagirkirî, azadkirina miletekî bindest û pêkhateyên Kurdistanê, avakirina civateke demokratîk û dadwerî ye.

Bêgûman di vê rêya dûr û dirêj û stratejîk de, dikarin çareserîyên demkî û navqonaxî jî derkevin holê. Divê ew derfetên demkî û navqonaxî jî neyên înkar kirin; lê divê ew ji bo armanc û stratejîya esasî weke pêlik û bêngav bêne bikaranîn.

Mafê her partî, rêxistin, siyasetmedar û kesayetîyan heye ku di warê çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê de bîrûbawerî û ramanên xwe diyar bikin û gotûbêjan li ser vê pirsê bikin; lê mafê tu partî, rêxistin û kesekî tuneye ku li ser navê miletê Kurd daxwaz û mafên miletê Kurd û kurdistanîyan yên neteweyî, demokratî û kulturî tune bihesibîne û wan di binê ”îpotekê” xîne. Di warê ”qedera xwe bi destê xwe tayinkirinê” de, tenê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê dikarin bi awakî azad û serbixwe biryarê bidin. Parastina vî mafî û vê prensîba esasî, divê ji alîyê hemû partî, rêxistin, siyasetmedar, welatparêz û rewşenbîrên kurd û kurdistanîyan ve bi awakî misogerî bê parastin. Ev wezîfeyek neteweyî û dîrokî ye!

Di salvegera damezrandina 60 salîya PDKT de, ez weke şagirtekî vê Partîyê di serî de gorbihuşt Seîd Elçî û Faîq Bucak, hemû pakrewan, têkoşer û xebatkarên wê bi rêzdarî bi bîr tînim! Herweha ez hevîdarim ku wê cîlên me yên nû bêtir li ser vê bûyera dîrokî, doz, daxwaz û pradigmama neteweyî ya PDKTyê rawestin û dersên pêwîst jê derxînin!

11ê tîrmehê 2025

__________________________________________________________

TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ

(1) Ji bo vê bahsê binere: Hevpeyvîna bi Av. Şerafettin Elçi re; Rafet Ballı, Kürt Dosyası, weşanên Cem, Stenbol,   tebax 1991, çapa dudan, r. 601-602.

Şakir Epözdemir,Türiye Kürdıstan Demokrat Partisi 1968/235 Antalya Davası, Weşanên Pêrî, adar 2005, çapa yekê, r.7-10.

Nameya  İbrahim Küreken: Muhsin Kızılkaya- Halil Nebiler, Dünden Yarina KÜRTLER, Yurt yayınları, Stenbol, nîsana 1991, r. 150.

(2) Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/ 235 Antalya Davası Savunması, Peri Yayınları, İstanbul, Mart 2005, r.138-139.

(3) Li Hevpeyvîna bi Av. Şerafettin Elçi re binere: Rafet Ballı, b.n.d,  r.606.

(4) Ji agahdariyên taybetî yên ku damezrînere PDKTyê Şakir Epozdemir ku bi awakî nivîskî ji min re şandiye.

(5) Ji hevtina taybetî ya bi Şakir Epözdemir (2006.04.29) û herweha ji Pirtuka TKDP 1968/ 235 Antalya Davası. r.7-10, r.143

(6) Kaseta mitînga Sêweregê ya 2. 08. 1967an. Ji arşiva taybetî ya min.

i (1967), waşanên Yurt Kitap, Ankara- Mart 1992, r. 66.

(7) Binere: M. Siraç Bilgin, Barzani, Stockholm, 1990, r. 291.

(8) Li gor Şerafettîn Elçî dinivîse; ew operasyon di 19ê çeleya  paşîna 1968an de dest pê kiriye. Li gor Hidir Göktaş jî, ev operasyon di 28ê çileya paşîna 1968an de dest pê kiriye. Lê em jî “Biryara Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalya`yê dizanin ku piraniyê girtiyan di 27ê çeleya paşîna 1968an de hatine tevkîf kirin. Ji ber vê yekê jî, ew tarîxa ku Hıdır Göktaş dide ne rast e.

Ji bo vê behsê bibere: Hevpeyvîna bi Av. Şerafettin Elçi re; Rafet Ballı, Kürt Dosyası, weşanên Cem, Stenbol-  tebax 1991, çapa dudan, r. 606.

Hıdır Göktaş, Kürtler II Mehabad`dan 12 Eylüle, r. 107.

Biryara K.T. Mahkemeya Ceza Giran ya Antalya, Esas No: 1968/ 235, Biryar No: 1971/ 81, C.M.U No: 1968/ 420.

Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/ 235 Antalya Davası Savunması, Peri Yayınları, İstanbul, Mart 2005, r.9-10.

(9) Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/ 235 Antalya Davası Savunması, Peri Yayınları, İstanbul, Mart 2005, r.135.

(10) Binere: Şakir Epözdemir, “Ji Meqamê Bilind ya Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê re, Hejmara Dosyayê: 9687 235, Savunmamdir (Berevaniya min e)”, r. 3.

(11) Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/ 235 Antalya Davası Savunması, Peri Yayınları, İstanbul, Mart 2005, r.10

(12) Binere: Biryara Komara Tirkiyeyê Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê, Esas No: 1968/ 235, Biryar No: 1971/ 81, C.M.U No: 1968/ 420.

(13) Sait Elçi, Agir Ceza Mahkemesi Baskanligina – Antalya, Dosya Es.No: 968/235, Durusma gunu: 21.Ekim.1969

(14) Ji bo tevaya berevaniya Şakir Epözdemir binêre: Ağır Ceza Mahkemesi Yüksek Makamına (Dosya No: 968/ 235) Antalya.

(15) Ismail Beşikçi, Celal Temel, Ibrahim Gurbuz: Kürtdler Neden Miliyet’çi Olmalidirlar?, weşanên IBV, Stenbol 2024. r.70

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye