Piştî dan û standinên çar rojan ên li Washingtonê yên bi navbeynkariya Amerîkayê, Libnan û Îsraîlê piştî tûra pêncan a mizakereyan "peymana pêşîn" îmze kir.
Peyman roja înê bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Balyoza Libnanê ya Amerîkayê Nada Hamade û Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter hat îmzekirin.
Ev peyman wekî gaveke girîng a dîplomatîk tê dîtin ku armanc dike kontrola Îsraîlê ya li başûrê Libnanê bi dawî bike û yekparçeyiya axa Libnanê careke din ava bike.
Naveroka peymanê çi ye?
Li gorî agahiyên ku malpera Axiosê ya Amerîkayê belav kirine, peyman armanc dike ku rê li ber peymaneke berfireh a aştiyê veke û van xalan li xwe digire:
· Beyrût û Tel Evîv armanc dikin ku şerê di navbera xwe de bi awayekî mayînde bi dawî bikin.
· Her du alî dê hev wekî dewletên serbixwe nas bikin û mafê jiyana di nav aştiyê de qebûl bikin.
· Hemû pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne, dê bi rêya dan û standinên rasterast ên bi piştgiriya Amerîkayê werin çareserkirin.
· Pêvajoyeke bişert dê dest pê bike; dema artêşa Libnanê kontrolê werdigire, artêşa Îsraîlê jî dê bi qonaxî vekişe.
· Hûrgiliyên vekişîna Îsraîlê dê di planeke ewlehiyê de ku bi piştgiriya Amerîkayê tê amadekirin were diyarkirin.
· Di qonaxa ewil de artêşa Libnanê dê ewlehiya "herêmên pîlot" bigire ser milê xwe û çek dê tenê di destê dewletê de bin.
· Ji bo destpêkirina planê, aliyan li ser du herêmên pîlot li hev kir.
· Piştî ku hat piştrastkirin ku Hizbulah bêçek bûye, pêvajoya avakirina ducare dê dest pê bike.
· Sivîlên li başûrê Libnanê dê piştî ku kontrola ewlehiyê ya dewletê bi temamî pêk hat vegerin malên xwe.
· Amerîka dê rasterast çavdêriya pêvajoyê bike û piştgiriyê bide.
Rayedarekî Îsraîlî ji Axiosê re ragihand ku heta Hizbulah bêçek bibe, Îsraîl dê li ser "Xeta Zer" a li Libnanê bimîne.
"Herêmên pîlot" li kû ne?
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku yek ji herêmên pîlot li derveyî "kembera ewlehiyê" ye û ya din jî di nav wê herêma berfireh de ye ku artêşa Îsraîlê plan dike jê vekişe.
Netanyahu tekez kir ku heta Hizbulah bêçek bibe, ew dê rê nedin sivîlên Libnanî û endamên Hizbulahê ku vegerin "kembera ewlehiyê".
Du rayedarên Îsraîlî jî eşkere kir ku yek ji herêmên pîlot li bakurê Çemê Lîtanî û ya din jî li başûrê wê ye.
Hat ragihandin ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê li gel artêşa Libnanê dixebitin da ku piştrast bin ku ev herêm bi temamî ji Hizbulahê hatine paqijkirin.
Helwesta Amerîkayê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew dê ji bo bicihanîna peymanê û dabînkirina ewlehiya mayînde bixebitin.
Pentagonê jî eşkere kir ku ew amade ne zêdetirî 30 milyon dolarî alîkariya zêde bide artêşa Libnanê.
Her wiha Amerîkayê ragihand ku ew dê di çarçoveya alîkariya mirovî ya lezgîn de 100 milyon dolarî dabîn bike.
Washingtonê Hizbulah wekî "hêza herî xeternak a wekîl a Îranê" pênase kir.
Wezîrê Karên Derve Marco Rubio anî ziman ku ev peyman dê serweriya Libnanê xurt bike, rê li ber bêçekkirina Hizbulahê veke û vegera Îsraîlê dabîn bike.
Rubio got, "Îro rojeke baş e lê hîn gelek karê me heye."
Helwesta Libnanê
Serokkomarê Libnanê Joseph Avn peyman wekî "gava ewil" a ji bo vegera xelkê bo malên xwe û careke din avakirina serweriya dewletê pênase kir.
Avn spasiya Amerîkayê, Donald Trump û welatên dost kir.
Serokwezîrê Libnanê Nevvaf Selam jî got, "Tenê dewlet xwediyê mafê biryardana li ser şer û aştiyê ye."
Hizbulahê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye lê belê Parlamenterê Hizbulahê Emîn Şerî got, "Em li dijî dan û standinên rasterast in."
Şerî her wiha diyar kir ku bi şertê vekişîna temam a Îsraîlê, wan bicihbûna artêşa Libnanê ya li herêmê qebûl kiriye.
Helwesta Îsraîlê
Netanyahu peyman wekî "serkeftineke mezin ji bo Îsraîlê" û "derbeyeke giran a li Îranê" nirxand.
Balyozê Îsraîlê yê Washingtonê jî got, "Îran û Hizbulah li derveyî lîstikê man."
Li aliyê din, serokê Partiya Îsraîl Mala Me Avigdor Liberman hişyarî da ku heta Hizbulah hebe, şerekî nû tenê meseleya demê ye.
Pêvajoya peymanê çawa bi rê ve çû?
14ê Nîsanê: Li Washingtonê di navbera balyozên her du welatan de dan û standinên rasterast dest pê kir.
16ê Nîsanê: Donald Trump ji bo 10 rojan agirbest ragihand.
23ê Nîsanê: Ji bo dirêjkirina agirbestê tûra duyem a hevdîtinan hat kirin.
14-15ê Gulanê: Tûra sêyem hat kirin û pêvajo wekî "erênî" hat nirxandin.
2yê Hezîranê: Di tûra çaran de, bi şertê ku Hizbulah êrişên xwe bisekinîne û vekişe başûrê Çemê Lîtanî, li ser agirbestê li hev kirin.
23ê Hezîranê: Di tûra pêncan de li ser "herêmên pîlot" hat axivîn û roja înê peymana pêşîn hat eşkerekirin.
Rewşa dawî ya li başûrê Libnanê
Tevî ku şemiyê agirbest hatibû ragihandin jî Îsraîlê êriş û operasyonên xwe yên bejahî yên li başûrê Libnanê domand.
Tehranê dixwest aliyê Libnanê yê alozî û pevçûnên herêmî yên ku dawiya sibatê dest pê kiribûn were çareserkirin.
Libnan 2yê Adarê tevlî pevçûnan bûbû. Hizbulahê wekî bersiva kuştina Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, bi mûşekan êrişî Îsraîlê kiribû.