Di parastina asman de serdemeke nû: Lazer li dijî dronan

.

Dronan şerê serdemê guherand lê derketina çekên bilazer dibe ku careke din qanûnan biguherîne.

Dronên biçûk û erzan dikarin geştan rawestînin, binesaziyê wêran bikin û qada şer bikin kabûseke mezin.

Têkbirina wan bi sîstema parastina mûşekî û bikaranîna balafirên şer, dem û pereyên zêde dixwaze.

Çekên bilazer, ronahiyê diavêjin û heta ku wê ji kar bixin bi ser armanc de digirin.

Di cih de û bi hûrî li armancê dixe û di çend çirkeyan de bêyî ku bibe sedema teqîn û dengên mezin dikare bi dehan caran tîrêjên xwe lê bide.

Pisporên sîstema parastinê ya bilazer dibêjin, ev çek dikare lêçûna bersivdayîna êrişên dronan ji milyon dolaran daxin bi dehan dolaran.

Ev bi awayekî ku avêtina her tîrêjeke lazerê di navbera 2 û 10 dolaran de ye têkbirina êrişên komên dronan erzantir dike.

Ji Îsraîlê bigirin heta Ewropa û Kendavê, niha sîstemên bilazer diceribînin da ku di parastina balafirgeh, baregehên leşkerî û bajaran de bi kar bînin.

Lazer ji bo her êrişê bilez û erzan in lê pêdiviya wan bi enerjî û asmanekî zelal heye.

Şiyana wan a di dema baran, mij û tofanê de kêm dibe.

Ev sîstem ji bo rûbirûbûna dron û mûşekên menzîlkurt îdeal in lê ne cîgireke temam in ji bo sîstema parastina mûşekî ya menzîldirêj.

Ji ber ku bersivdayîna bi lazerê erzan û bilez e, êrişkar neçar dibin ku careke din li ser êrişên komî yên dronan bifikirin û hevkêşeyên aborî yên pevçûnên asmanî biguherînin.

Ev yek hevsengiya hêzê têk dide, giranî dikeve aliyê wan kesên ku xwedî sîstema parastinê ya herî baş in, ne yên êrişê.

Lazer dawî li şerê dronan nayînin lê dikarin aborî, taktîk û şêwazên parastinê biguherînin.

Tê pêşbînîkirin ku di salên pêş de zêdetir welat berê xwe bidin vê çeka nû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Helwesta we ya ji bo Rojavayê Kurdistanê serbilindî ye
Erdheja Kurdan
Berhem Salih: NY amadekariya şandina alîkariyan bo Kobanê dike
Nûredîn Baba li ser peymana bi HSDyê re daxuyanî da
Şaredariya Lozanê 50 hezar frank ji Rojavayê Kurdistanê re şand