Di navbera kampa Holê û Iraqê de 6 malbatên DAIŞê winda bûn

.

100 malbatên DAIŞê yê Iraqî ji kampa Holê ya derketin lê tenê 94 malbat gihîştin kampa Ceda li başûrê Mûsilê. 

Parlamentera berê ya Iraqê Viyan Dexîl ragihand, hejmara malbatên DAIŞê yên ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo Iraqê hatine veguhastin 100 malbat bûn, lê tenê 94 malbat gihîştin Iraqê.

Hikûmeta Iraqê bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re rêkeftibû, 100 malbatên DAIŞê yê Iraqî ji kampa Holê ya li Hesekê vegerînin Iraq û li kampa Ceda li başûrê Mûsilê bi cih bikin.

Di wê derbarê de Viyan Dexîl li twittera xwe pirsî: “100 malbat ji kampa Holê derketin û tenê 94 malbat gihîştin kampa Cedayê, ew 6 malbatên din bi kû ve çûn.”

Herwiha Viyan Dexlî dipirse: “Diyarnebûna wan 6 malbatan, ji ber bêxemiya hikûmetê ye yan bi rêkeftinek bû? Eger rêkeftin bû, di berjewndiya kê de ye?”

Pêştir Êzidiyan metirsiyên xwe derbarê vegerandina malbatên DAIŞ'ê nîşan da, bi taybet di demên dawî de tevgerên DAIŞ'ê yên li Iraqê zêde bûne.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya Xweser çendîn car in bang li welatên cihanê dike ku welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.

K24

Kurdistan Haberleri

Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin