Di nava 2 mehan de 5 rojnameger hatin kuştin

.

Li Meksîkayê di navbera 2yê Hezîranê û 22yê Tîrmehê de 5 rojnameger hatin kuştin.

Hat ragihandin ku wan rojnamegeran li ser çeteyên sûc, gendelî, pirsgirêkên jîngehê û birêvebiriyên xwecihî nûçe çêdikirin.

Sê ji wan rojnamegeran berê gef li wan hatibûn xwarin û yek ji wan jî di bin parastinê de bû.

Ji destpêka meha Hezîranê ve li Meksîkayê Roxana Berenice Guzman Rodriguez, Luis Angel Lopez Valdez, Manuel Alejandro Serna, Josue Martinez Contreras û Francisco Alejandro Leyva Aguilar di êrişan de mirin.

Bi van kuştinên dawî re, ji destpêka sala 2026an ve hejmara rojnamegerên ku li wî welatî hatine kuştin gihîşt 7an.

Hûrgiliyên li ser rojnamegerên hatine kuştin

Roxana Berenice Guzman Rodriguez: 2yê Hezîranê li bajarê Nanchitalê yê eyaleta Veracruzê ji mala xwe hat revandin. Dîroka mirina wê ya tekez nehat eşkerekirin. Parçeyên laşê wê li Moloacanê hatin dîtin û 3yê Tîrmehê hat piştrastkirin ku yên wê ne.

Luis Angel Lopez Valdez: 11ê Hezîranê li bajarê Poza Ricayê yê eyaleta Veracruzê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Manuel Alejandro Serna: 20ê Hezîranê li bajarê Zihuatanejoyê yê eyaleta Guerreroyê winda bû. Saziya Mafên Mirovan a Guerreroyê 3yê Tîrmehê piştrast kir ku cenazeyê wî 22yê Hezîranê hatiye dîtin. Dîroka kuştina wî ya tekez nehat eşkerekirin.

Josue Martinez Contreras: 16ê Tîrmehê li bajarê San Martîn Texmelucanê yê eyaleta Pueblayê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Francisco Alejandro Leyva Aguilar: 22yê Tîrmehê li navçeya San Pablo Etlayê ya eyaleta Oaxacayê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Kurdistan Haberleri

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: Peymana Lozanê Ji Bo Miletê Kurd Nemeşrû Ye
IHR: Îsal li Îranê herî kêm 400 kes hatine bidarvekirin
PWK: Divê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye bê telafî bikin
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkîyeyê Lêpirsîna Pêşîn a Hesabê Darayî ya PWKyê Pejirand
Pakistanê ji bo navbeynkariyê ji Amerîkayê 10 milyar dolar xwestin