Di demeke ku hevdîtinên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser bingeha pêkanîna peymana 10 Adarê bi deshilata Şamê re berdewam dikin de, hate îdiakirin ku Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji bo Şamê hatiye vexwendin. Herwiha tê diyarkirin ku vexwendina ENKSê piştî hevdîtinên şandên Rêveberiya Xweser dibe sedema qonaxeke nû ya danûstandinan.
Şanda Hevbeş hêj neçûya Şamê
Şanda hevbeş a Konferansa Yekhelwestî û Yekrêziya Kurdî 26ê Nîsanê hatibû ragihandin, lê belê heta niha jî bi deshilata nû ya Sûriyê re li ser navê Kurdan ti danûstandineke fermî nekiriye.
Şandên Rêveberiya Xweser ên siyasî û herwiha HSDê piştî peymana 10ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û serokomarê qonaxa veguhêz Ehmed Şera re gelek caran hevdîtin kirin.
Bêyî ku şanda hevbeş a Rojavayê Kurdistanê dest bi hevdîtinên fermî bi Şamê re bike, herî dawî hate îdiakirin ku ENKS ji bo danûstandinan, ji aliyê deshilata Ehmed Şera ve bo Şamê hatiye vexwendin.
ENKS: Em amade ne biçin Şamê
Dîsa lîsteyek li ser medya civakî hatiye belavkirin ku tê gotin, 5 endamên partiyên ENKSê jî di nav de 10 kes ji aliyê Şamê ve hatine vexwendin.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif, bêyî ku vexwendina fermî ya bo Şamê piştrast bike ragihandiye ku ew li dijî Konferansa Yekhelwestî û Yekrêziya Kurdî ya 26ê Nîsanê ku li Qamişlo hatiye lidarxistin tevnagerin, lê ew amade ne biçin Şamê.
Herwiha Yûsif dibêje, ew dê wek pêkhateyeke girîng a Sûriyê, ger bên vexwendin biçin Şamê, lê wê hemû aliyan jî agahdar bikin.
‘Em ê bi Mezlûm Ebdî re biaxivin’
Berdevkê ENKSê daye zanîn ku ew tim bi Fermandarê Giştî yê HSDê, rayedarên Amerîkî û Ewropî re jî di têkiliyê de ne û diyar kir: "Em her tim gelê Kurd piştrast dikin ku em ê şandeke hevbeş ava bikin. Em ê biçin cem Mezlûm Ebdû û bi Ewropiyan re jî hevdîtinan bikin. Wê hemû pêngavên me di çarçoveya prensîbên Konferansa 26ê Nîsanê bin.”
Di nav ENKS û PYDê de yên dibin asteng hene
Tevî ku serkirdayetiya ENKSê van daxuyaniyan dide jî çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê dibêjin, hinek astengî li pêşiya şanda hevbeş a bo Şamê re hene. Li gorî zanyariyan di nav PYDê de hin kesayet hene ku naxwazin bi ENKSê û partiyên wê re ligel deshilata Sûriyê danûstandinan bikin û dixwazin tenê xwe ferz bikin.
Heta nakokî çareser nebin...
Dîsa di nava ENKSê de jî kesên ku bi Tirkiyeyê re di nav têkiliyên nêzîk de ne, hewla ku bêyî PYDê û Rêveberiya Xweser bi Şamê re danûstandinan bikin didin. Li gorî çavdêran herdu alî jî heta van nakokiyên xwe çareser nekin, zehmet e li ser doza Kurd bi Şamê re bigihin encamekê û mafên gelê Kurd bi rêyên diyalog û destûrê misoger bikin.
Çavkanî: Peyama Kurd