Di Merasima Roja Neteweyî ya Fransayê de Serok Barzanî, hurmetên xwe pêşkêşî Sînemxan Bedirxanê kir

.

Di merasima Roja Neteweyî ya Fransayê (Fête Nationale) ya 14ê Tîrmehê de, ku li Otêla Rotana ya li Hewlêrê ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ve hate organîzekirin, Serok Mesûd Barzanî spasî û hurmetên xwe ji Sînemxan Bedirxan re pêşkêş kir, ya ku wekî “Dotmîra (prenses) Dawî ya Kurdistanê” ê naskirin.

Sînemxan keça Mîr Celadet Bedirxan e, ku kurê Mîr Emîn Alî Bedirxanê. yek ji kurên Mîr Bedirxan Beg bû. Mîr Bedirxan di navbera salên 1821 û 1847an de Mîrê Mîrektiya Botanê bû.

Ev merasim bûyereke giring bû ku têkiliyên xurt ên di navbera Kurdistan û Fransayê de, di warên siyasî, çandî û parastinê de nîşan da, û rola Sînemxan Bedirxanê di parastina mîrateya çandî ya Bedirxaniyan de hate destnîşankirin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK