Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê

.

 Rêxistina Mafê Mirovan a Hana li ser êrîşên hêzên Îranê li ser kolberan rapora Tîrmehê eşkere kir.

Di rapora rêxistina Hana de hatiye eşkere kirin ku di meha Tîrmehê de li sînorên Rojhilatê Kurdistanê 12 kolberên Kurd bûne armanca hêzên rejîma Îranê.

Hate diyarkirin ku di van êrîşan de 6 kolberan can daye û 6 jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka sala 2024an ve li Rojhilatê Kurdistanê 53 kolberên Kurd hatine kuştin û 131 kolber jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne