Di kiriyareka terorî de 84 kes li Fransayê hatin kuştin

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxuyanîyekê vê kiryara terorî rûreş kir

 

Barhilgirekê ajote nav kombûneka cemeweryî li bajarê Nicê yê Fransayê û di encamê de, li gor agahiyên ku heta niha berdest in, 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û 48 kesên din birîndar bûne, birînên 18 ji wan giran in.
Vê bûyere evara pênşemê, demjimêr 22.30, li kolana Promenade de Anglaisê li Nicê rû da.

14 Temmûzê cejna neteweyî ya Fransayê ye.

Şofêrê barhilgirê ku tê barwer kirin fransiyekî bi esil ji Tûnisê ye, li cihê bûyerê hate kuştin.   

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxuyanîyekê vê kiryara terorî rûreş kir û got: Ji aliyê kêve  û bi çi armancê hatibe kirin jî, ev êrîş êrîşeke ne mirovî ye û ji malbatên qurbanîyan û ji gelê Fransayê re sersaxîyê , ji birîndaran jî şîfaya xêrê xwest.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê