"Di Ewrûpayê de ciyê PAK lê herî xurt Swêd e"

hevpeyvînê radiyoya Swêdê beşê Kurdî bi Serokê PAKê M. Ozçelik re

Di van salên dawî de li bakurê Kurdistanê çendîn partiyên kurd yên nû hatine ava kirin. Ji van partiyan ya ku di nav kurdên Swêd de tevgereke wê tê dîtin Partiya Azadiya Kurdistanê, PAK e. Hevpeyvîn bi serokê partiyê Mustafa Özçelik re.

Di van salên dawî de li bakurê Kurdistanê çendîn partiyên kurd yên nû hatine ava kirin.

Di nav kurdên Swêd de ji berê de piştgiriyeke xurt ji bo Partiya Demokrasiya Gelan, HDP heye. Lê ji van partiyên nû ya ku di nav kurdên Swêd de tevgereke wê tê dîtin Partiya Azadiya Kurdistanê, PAK e ku di 2014ê de hatiye ava kirin. 

Serokê PAKê Mustafa Özçelik niha bi mebesta pêkanîna hin hevdîtinan serekî li Swêdê ye. Me jê pirsî bê ew:

  • Desteka ji bo PAKê di nav kurdên Swêd de çawa ye?
  • Gelo PAK dibe partiyeke rewşenbîran?
  • Fînansa xwe çawa dike?
  • Ji aliyê îdolojîk ve li kîjan hêlê ye?
  • Têkiliyên navbera PAK û HDPê di çi astê de ne?
  • Bi kîjan partiyên din re hevkariyê dikin?

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=6510469&playaudio=5825447

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir