Di erdheja Kotolê de 95 kes birîndar bûne

Rewşa xelkê perîşan û şepirze ye!

Navenda Nûçeyan - Berpirsê Hevya Sor ya Ormîyê ragihand, ji ber erdheja devera Kotolê 95 kes birîndar bûne û zîyan gihîştîye bi dehan gundên deverê.

Duhî devera Kotolê ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm du caran bi tundî hejîya. Cara yekem danê sibê bi tundîya 5.7 pileyan hejîya û cara dudîyan jî danê êvarê bi tundîya 5.9 pileyan hejîya.

Berpirsê Heyva Sor ya Ormîyê, Seîd Rehber ragihandîye, ji ber erdhejê 95 kes birîndar bûne ku 10 kes ji wan li nexweşxanê hatine razandin, yên din jî li ser pîyan hatine dermankirin û hatine şandin.

Berpirsê Heyva Sor ya Ormîyê her wiha daye zanîn, ji ber erdhejê zîyan gihîştîye 43 gundan, ji ber wê jî wan dest bi şandina çadir û betanîyan kirine bo wan gundan.

Ji alîyekî din, çavkanîyekî li Kotolê ji BasNewsê re got, hikûmetê çend çadir şandibû lê endamên encumena gund di nav xwe de parve kirin û nedan kesên ku pêwîstîya wan pê heye.

Wî jêderî her wiha got, piranîya xanî û avahîyên gund yan wêran bûne yan jî zîyanek ciddî dîtine, ji ber wê jî xelkê gund hemû li derve û li ber sermayê ne. Hinek kes çadirên wan hene lê piranîya xelkê bê çadir û îmkan in.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"