Di encama teqîna 2 bombeyên çandî de 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin

.

 Li qezaya Tarmiyayê ya li bakurê bajarê Bexdayê, di encama teqîna 2 bombeyên çandî de, 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Li gor Şaneya ragihandina ewlekariyê ya Iraqê diyar kir, li qezaya Tarmiya li bakurê Bexayê bombeyeke çandî bi otombîleke leşkerî corê Hamer ve teqeya ku ew otomobîl a fewca 3 a lîwaya 59ê firqeya 6 a artêşa Iraqê bû û, di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Herwiha di encama teqîna bombeya duyem de jî, 6 leşkerên din yên Iraqê hatin kutşin.

Şaneya ragihandina ewlekariyêa Iraqê da zanîn, demekê ku hêzên ewlekarî mijulî operseyonekê bû di lêgerîn li pey çekdarên nenaskirî û DAIŞê de teqîn çêbûye.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê