Di 5 mehan de 40 kes xeniqîn!

Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, di maweya 5 mehan de 40 kes di çem, rûbar û li avên piştî bendavan xeniqîne.

Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, di maweya 5 mehan de 40 kes di çem, rûbar û li avên piştî bendavan xeniqîne.

 

Berpirsê Navenda Bûyer û Hawarçûnê li Urmiyê, Baqir Behramî ragihand, di 5 mehên destpêka îsal de 40 kes li sînorê wê parêzgehê xeniqîne ku li gor sala derbasbûyî %135 zêde bûye.

 

Baqir Behramî diyar kir, bi giştî 69 kes li parêzgeha Urmiyê rastî bûyerên ketina nav avê û metirsiya xeniqînê bûne, ku 40 kes ji wan xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane, û 29 kesên din li nexweşxaneyan ji mirinê hatine rizgarkirin.

 

Bi gotina Behramî, di wan 5 mehan de li bajarê Urmiyê 29 kes, li Kela Xwê 9 kes, li Şinoyê 2 kes, li Miyandûavê 6 kes, li Serdeştê 8 kes, li Makoyê 2 kes, li Mihabadê 2 kes, li Pîranşarê 5 kes, li Bokanê kesek, li Şahîn Qela 3 kes û li Çayparê 2 kes rastî bûyerên xeniqînê hatine.

 

Berpirsê Navenda Bûyer û Hawarçûnê li Urmiyê aşkere kir, di maweya sala bihorî de bi giştî 22 haletên xeniqînê li sînorê parêzgeha Urmiyê hebûne, ku 17 kes ji wan jiyana xwe ji dest dabûn û 5 kes jî hatibûn rizgarkirin.

 

Neşarezabûna di melevaniyê de û herwiha nebûna tabloyên agahdarkirin û rênimayiyan li cihên geştyarî sedemên sereke yên rûdana bûyerên xeniqînê bûne.

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'