Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin

.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90emîn de daxuyaniyek belav kir.

Kampanyayê ragihand ku veguhestina girtiyên siyasî yên jin ji girtîgeha Qerçek a ji bo girtîgeha Evîn dewam dike.

Hate gotin ku dema girtî têne veguhestin rûbiruyî tundiyê tên û hate gotin: “Jinên ku dijî kuştina Sumeye Reşîd dest bi nerazîbûnê kirine, niha ji pêdawîstiyên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin û rewşa wan gelek xirabe. Ev yek binpêkirina mafê mirovane.”

Kampanyayê eşkere kir ku di nava 20 rojên borî de 164 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Herwiha bang li civaka navnetewî û azadîxwazan hate kirin ku dijî darvekirinen xwedî helwest bin.

Siyaset Haberleri

Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê bi diruşma "Zimanê Dayikê" tê lidarxistin
Emar el Hedawî: Rêveberiya Xweser ne federalîzmê, nenavendiya îdarî dixwaze