Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) rapora çalakiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê belav kir. Li gorî amarên dawî, ji destpêka krîzê ve bi sedan barhilgir alîkarî hatine gihandin û bi deh hezaran malbat jê sûdwergirtine.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), îro 9ê Sibata 2026an), bi daxuyaniyekê amarên xwe yên taybet bi Rojavayê Kurdistanê aşkere kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji roja yekem a rûdanên li herêmê heta 8ê Sibata 2026an, 367 barhilgirên alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Her wiha, heta niha 89 hezar û 670 danên xwarina germ li ser kurdên li Rojavayê Kurdistanê hatine dabeşkirin. Li gorî daxuyaniyê, bi giştî 15 hezar û 195 malbat ji van alîkariyên cihêreng sûdwergirtine.
Di warê dabînkirina sotemeniyê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî diyar kir ku 332 hezar û 492 lître neft (ji bo germkirinê) li ser 9 hezar û 64 malbatan hatiye dabeşkirin.
Di qada tenduristiyê de jî tîmên dezgehê çalak bûn; heta niha xizmetguzariya bijîşkî û tenduristiyê ji bo 7 hezar û 952 kesan hatiye pêşkêşkirin.
Herwiha di raporê de hat destnîşankirin ku dezgehê tenê alîkariya rasterast nekiriye, lê ji bo geşedana aboriya herêmê jî gav avêtine. Di vê çarçoveyê de, heta niha derfeta kar ji bo 906 karkerên herêmî hatiye peydakirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez kir, ew ê li ser şandina alîkariyan û piştgirîkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê berdewam bin, da ku barê girî yê krîza mirovî li ser milê welatiyan kêm bibe.
(K24)