Dewlet dixwaze PAK-ê bigre

Dadgeha Bilind amaje kiriye ku ji bo PAKê 30 roj molet hatiye dayîn. Ger piştî 30 rojan xalên li dijî makezagonê ku neyên guhertin dê li PAKê doz bê vekirin.

Li Tikiyeyê Serdozgera Dadgeha Bilind ji ber nav û bernameyê hişyarî ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) re şand.
 
Serdozger ji PAKê re hişyariyek  şand ku bernameya partiya wan û navê partiya wan ne li gorî makezagona Tirkiyê ye. Her wiha di hişyariyê de ji bo zimanê kurdî wek "bi zimaneke din" tê qal kirin.
 
Dadgeha Bilind amaje kiriye ku ji bo PAKê 30 roj molet hatiye dayîn. Ger piştî 30 rojan xalên li dijî makezagonê ku neyên guhertin  dê li PAKê doz bê vekirin.
 
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji Rûdawê re got ew vê hişyariyê nas nakin û pêwîst e ne PAK lê dewleta Tirkiyê bernameya xwe bigûhere.

Siyaset Haberleri

Rûsya jî dê ji OPECê vekişe?
Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin