Destbiserkirina 480 welatiyan li parêzgeha Urmiyê

.

Berpirsê giştî yê dezgeha bi navê dadweriya rejîmê li parêzgeha Urmiyê ragihand ku di dema alozî û şerên leşkerî yên vê dawiyê de, 480 kes bi tohmeta peywendiya bi Îsraîl û Amerîkayê re hatine destbiserkirin.

Nasir Etebatî ragihand ku di vê dosyeyê de 3 kes di bin navê "sîxuriya Mossadê" de hatine bidarvekirin û fermana destbiserdagirtina mal û milkên 129 kesên din jî hatiye derxistin.

Hûrgiliyên pêwendîdar bi nasnameya girtiyan, piroseya dadgehkirinê, destragihîştina wan bi parêzerekî serbixwe û belgeyên ku van tohmetan piştrast dikin, nehatine belavkirin.

Ev pêngav li parêzgeha Urmiyê di demekê de ye ku li seranserê Îranê, zêdetirî 3 hezar û 121 kes rûbirûyî lêpirsîna ewlehiyê bûne û ji wê hejmarê jî 2 hezar û 406 kes hatine destbiserkirin.

Rêxistinên mafên mirovan, di nav de jî Lêborîna Navneteweyî, bi tundî rexne li vê pêvajoyê girtine û hişyarî dane ku Komara Îslamî rewşa şer wekî derfetekê ji bo berfirehkirina givaş û tepeserkirinê, girtinên bi komî, destbiserdegirtina darayiya dijberan û cîbicîkirina bidarvekirina girtiyên siyasî bi kar tîne.

Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir