Dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat kirin

.

 Piştî nêzîkî 30 mehan serê sibehê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ve hat hinardekirin.

Ev yek piştî wê yekê hat ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û kompanyayên petrolê li hev kir.

Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya SOMOyê Elî Nezar li ser mijarê got:

“Ragihandina me ya vê rêkeftinê di demekê de ye ku parzemîna Ewropayê pêdiviya wê bi vê petrolê heye.

Ev wekî alternatîvekê ye ji bo kêmbûna hinardekirina petrola Rûsyayê û petrola welatên din.

Ev petrol li Bendera Ceyhanê li ber dest dibe ku li ser Deryaya Navîn e û li navenda bazara Ewropayê ye.”

Petrol ji aliyê kompanyayan û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve li Pêşxabûrê radestî Kompanyaya Petrolê ya Bakur tê kirin ku li wir tê pîvan.

Piştre ber bi Bendera Ceyhanê ve tê hinardekirin û di depoyên petrolê de tê bicihkirin.

Ji wir jî ew kompanyayên ku bi SOMOyê re peymanên wan hene, petrolê dikirin.

Elî Nezar her wiha da zanîn:

“Derbarê petrola ku biryar e ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê were hinardekirin, niha hilberîn rojane nêzîkî 240 hezar bermîl e.

Nêzîkî 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxwe tê veqetandin û ya mayî, nêzîkî 190 hezar bermîl rojane tê hinardekirin lê ev hejmar ne cîgir e û nehatiye çesipandin.”

Li gorî Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, zerera madî ya rawestandina hinardekirina petrolê zêdetirî 28 milyar dolar bûye.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara sala 2023yan ve û di encama biryareke Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê de hatibû rawestandin.

Wê demê, li gel petrola Kerkûkê, asta hinardekirina rojane digihîşt nêzîkî 400 hezar bermîlî.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn