Derwazeya "Sêmalka" ji aliyê Başûr ve hate vekirin

Derwazeya "Sêmalka" ji aliyê Başûr ve hate vekirin

 

Kurdistana Iraqê dê derwazeya "Sêmalka" di navbera Başûr û Rojava de veke. Ev vekirin tenê jibo gihandina kel û pel û pêdviyên jiyanê yên bingehîna, û ne bi mebesta bazirganiyê tê vekirin.

Di daxuyaniyekê de ku wajo ya (imza) Dr. Hemîd Derbendî, berpirsê "Dosiya Rojava yê Kurdistanê" li bin e, tê diyar kirin ku ev biriyar dê bê bicih kirin tenê eger herdû aliyên sînor bacê li ser kel û pelên ku bêne şandin nestînin.

Heta niha, bersiveka fermî ji aliyê rêveberiya bi ser PYD ve li ser vê pêngava Kurdistana iraqê ne hatiye diyarkirin.

(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin